Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike 2023-02-02 09:04:23   RIHA - Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Siyamend Alî diyar kir ku operasyonên li dijî DAIŞ'ê didomin û got: "Endamên DAIŞ'ê li xwe mikur hatin ku lojîstîka leşkerî û aboriyê bi rêya MÎT'ê ji çeteyên li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Cerablûsê wergirtine."    Operasyona "Pêngava Tolhildanê ya Şehîdên Reqayê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî hucreyên DAIŞ'ê, di roja 9'an de didome. Di operasyonên li Reqa, Tebqa û navçeya Sîrîn a Kobanê û gundên wê de zêdetirî sed endamên DAIŞ'Ê hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin. Her wiha di operasyonan de tuneleke 5 metre kûr a DAIŞ'ê jî hat tespîtkirin û berpirsê hucreyên li Herêma Firatê Atella jî hat girtin.    Berdevkê Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Alî, têkildarî operasyona Pêngava Tolhildanê ya Şehîdên Reqayê ya li Herêma Firatê axivî.    ‘DAÎŞ CARDIN HEWL DIDE BI RUH BIBE'   Alî da zanîn ku operasyona Pêngava Tolhildanê ya Şehîdên Reqayê ji aliyê QSD, Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Reqayê û Koalîsyona Navneteweyî bi awayekî hevpar tê kirin û got ku armanca wan tevahiya Herêma Firatê ji hucreyên DAIŞ'ê xalî bikin. Alî diyar kir ku piştî ku Tirkiye êriş anîne ser herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hucreyên DAIŞ'ê jî cardin tevgeriyane û got: "Tirkiye, bi leşkerên xwe yên li deverên ku hem bi rêya çeteyên girêdayî xwe hem jî bi SÎHA'yan dagir kiriye, êrişên xwe yên li ser Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomîne. Bi taybetî di demên dawî de ev êriş gur bûne û êrişî saziyên Rêveberiya Xweser jî kir. Her wiha êrişî milîtan û fermandarên YPG/YPJ'ê jî kir. Bi van êrişan re hucreyên DAIŞ'ê yên veşartî jî derfet dîtin û tevgeriyan. Ev hucre cardin hewl didin xwe bi rêxistin bikin û cardin bi ruh bibin."    DAÎŞ'Î LI XWE MIKUR HATIN   Alî da zanîn ku bi êrişên Tirkiyeyê re DAIŞ jî dest bi êrişan kiriye û herî dawî di êrişa li dijî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Alî axaftina xwe wiha domand: "DAIŞ, li gel êrişan, gef li kesên berbiçav ên herêmî jî dixwarin. Liv û tevgera hucreyên veşarî yên DAIŞ'ê her diçû zêde dibû. Çeteyên DAIŞ'ê di operasyonên berê de hatibûn zevtkirin, li xwe mikur hatin ku lojîstîka leşkerî û aboriyê bi rêya MÎT'ê ji çeteyên li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Cerablûsê wergirtine. Lewma diviyabû me operasyoneke berfireh bidana destpêkirin û me li Herêma Firatê bi navê 'Pêngava Tolhildanê ya Şehîdên Reqayê' da destpêkirin."    Alî bilêv kir ku operasyoneke berfireh ku Reqa, Tebqa, Sîrîn û gundên wan dihewîne dane destpêkirin û wiha axivî: "Em ê bi vê operasyonê, hucreyên DAIŞ'ê yên li van bajaran paqij bikin. Ji bo rûxandina hucreyên DAIŞ'ê û zevtkirina kesên alîkariya wan dikin, me hin gav avêtin. Operasyona me 9 roj in didome. Me zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ'ê zevt kirin. Her wiha me berpirsê DAIŞ'iyên li herêmê Atella jî zevt kir. Ev kes, berpirsê bi dehan bûyeran e. Ev operasyon, erdnîgariyeke pir berfireh dihewîne. Lewma operasyona me bi gelê ereb, ermenî û kurd pêş ve diçe."    JI BO GELAN   Alî anî ziman ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 sal in li dijî komên terorê şer dikin û got ku niha ev gelên li vir bi bûyerên terorê re rû bi rû ne. Alî destnîşan kir ku dê bi destê Tirkiyeyê hewldanên nû tim bên kirin û got: "Ev operasyon, ji bo herêma me ji terorê bê xalîkirin û gelên me bi awayekî azad bêhnê bistînin hat destpêkirin. Bi taybetî jî ji bo Reqaya ku bi zilmeke mezin a DAIŞ'ê re rû bi rû ma, bêhnê bistîne me ev operasyon da destpêkirin. Reqa cihekî pir stratejîk e. Li pişt Kobanê ye û li kêleka Tebqayê ye. Her wiha li ser rêya Cizîrê ye. Lewma Tirkiye her tim dixwaze vê derê tevlîhev bike. Bi vê re pêwendiyê di navbera hucreyên veşarî yên DAIŞ'ê yên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên paramîlîter ên li herêmên dagirkirî deyne. Lê belê bi vê operasyona me re, planên wan hatin pûçkirin. Ji niha û pê ve jî li ku derê li hemberî gelên me talûkeyek hebe, em ê li wir bin û gelên xwe biparêzin."    MA / Omer Akin