Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin 2023-02-02 12:09:43   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê ev peyam parve kir: “Edalet, bi qurbanî wekîlekî AKP’î hatiye kirin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 696’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tevli nobetê bibe. Ferît Şenyaşar hate pêşiya Edliyeya Rihayê û nobeta xwe domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Li Paytexta Îslamê ya 2023’yan Rihayê edalet bi qurbanî parlamenterekî @akpartiurfa hatiye kirin. Hewcehî bi gotineke din nîne! Têkoşîna me di roja 696’an de ye.”