ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane 2023-02-02 14:48:07   ENQERE - ÎHD’a Enqereyê rapora salane ya “Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” eşkere kir û di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2022’yan de 2 jê zarok herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de qewimîne ya “Girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn” bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê tev li civînê bûn. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, endamên Komîsyonê parêzer Umît Can Akbûlût û Mahîr Ûslû raporê eşkere kirin.     ÎHD’ê diyar kir ku wan raporê bi berhvkirina daneyên serlêdanan, serdanan, nameyan û hevdîtinên malbat û parêzeran amade kirine û li gorî raporê di sala 2022’yan de li girtîgehên herêma navborî herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.    MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN    Di raporê de hat diyarkirin ku 36 girtiyan ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane û di nava girtiyên nexweş de yek jê bi ser 70 salî re û 4 kes jî bi ser 80 salî re bûne. Di raporê de hat gotin 6 girtî beriya bimirin hatine berdan û piştî demek kin li derve jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku sedema mirina girtiyekî nayê zanîn û hewl hatiye dayîn ku 16 girtî jî întîhar bikin û ji van girtiyan 2 kes zarokên 17 salî bûne, 2 jê jin bûne û bi giştî 25 girtiyan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ    ÎHD’ê di raporê de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan û darizandina adil û Sîbel Balaç li Girtîgeha Sincanê 298 roj çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiriye û di 12’ê cotmehê de hatiye berdan û li girtîgehên Sungurluya Çorûmê, Afyonê, Bafraya Samsûnê, Bolûyê, Eregliya Konyayê çalakiyên gerva birçîbûnê hatine lidarxistin.    MAFÊ TENDURISTIYÊ    Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn herî kêm mafê tenduristiya 150 girtiyan hatiye binpêkirin û tedawiya girtiyan birêkûpêk nayê kirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin.    ÎŞKENCE    Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2022’yan de li girtîgehên herêma navborî herî kêm 73 girtî bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane û tê gotin hejmara girtiyên bi van sepanan re rûbirû mane zêdetir e.    SIRGÛNKIRINA GIRTIYAN    Di raporê de hat diyarkirin ku yek ji xalên ku binpêkirinên mafan qewimî ye jî sirgûnkirina girtiyan e û rêveberiyên girtîgehan carna ji bo sirgûnê agahî didin girtiyan û caran jî qet agahî nadin wan û bêhêcet girtiyan sewqî girtîgehên cuda tên kirin. Di raporê de hat gotin dema girtî tên sirgûnkirin û kelûpelên wan nayên radestkirin û girtî di dema sirgûnê de bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin.