Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar 2023-02-02 15:05:02   MÊRDÎN - Dadgehê 27 sal cezayê hefsê da Mehmet Şîrîn A. ku li Mêrdînê zarokeke keç a 10 salî tecawiz kiribû.    Kesê bi navê Mehmet Şîrîn A., di gulana sala 2022’yan de li Mêrdînê zarokeke keç a 10 salî tecawiz kiribû û dihat darizandin. 3’yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Bersûc Mehmet Şîrîn A., parêzerên zaroka mexdûr û parêzerên bersûc, malbata zaroka mexdûr, parêzerên Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê û yên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî di danişînê de amade bûn.   Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dozger, mutalaaya xwe dubare kir û xwest ku bersûc ji sûcê pê tê tawanbarkirin bê cezakirin.    'BILA CEZAYÊ HERÎ GIRAN LÊ WERE BIRÎN’   Parêzer Leyla Sarohan xwest ku li gorî mutalaayê ceza li bersûc were birîn û got ku li gorî raporên di dosyayê de, cezayê bersûc pir eşkere ye. Bi domdarî Sarohan ev tişt anî ziman: “Di heman demê de zaroka mexdûr derb kiriye û destdirêjî lê kiriye. Nîviya cezayê lê birîn li cezayê wî bê zêdekirin. Divê parastina bersûc li ber çavan neyê girtin. Li dijî zarokeke keç a ji 12 saliyê biçûktir sûcê destdirêjiyê kiriye. Lewma divê cezayê wî neyê daxistin û cezayê herî giran lê were birîn.”    Parêzer Civan Ortaç jî got ku sûcên bersûc eşkere ne xwest ku her wiha bersûc ji sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî were darizandin.    PARASTINA BERSÛC   Mehmet Şîrîn A. jî got ku ew tawanbariyên tên kirin qebûl nake û îdia kir ku ew sûc nekiriye. Mehmet Şîrîn A. wiha got: “Min li dijî dewlet û gelê xwe tu sûc nekirine.”    Parêzerê bersûc jî tawanbariyên heyî red kir û îdia kir ku di raporê de hêmayên îstîsmara zayendî nînin.    27 SAL CEZAYÊ HEFSÊ   Dadgehê piştî navberê biryara xwe da û bi sedema ku “Bi rêya tundiyê îstîsmara zayendî ya biwesf kiriye”, bêyî ku cezayê bersûc daxîne 27 sal cezayê hefsê da.