HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê 2023-02-02 15:58:32 ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ji bo piştevaniyê çû serdana buroyên MA û JINNEWS’ê yên li Enqereyê.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay bi mebesta piştevaniyê çû serdana buroyên a Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê yên Enqereyê. Gunay, di serdanê de da zanîn ku lêpirsîna têkildarî rojnamegerên MA û JINNEWS’ê yên di 29’ê cotmehê de hatine girtin dişopînin û bertek nîşanî zextên îktîdarê yên li ser çapemeniya azad da. s