Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir 2023-02-02 16:06:06   WAN - Derhenêrê îranî Jafar Panahî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ragihand ku ji ber li doza wî nayê nihêrtin, bi mebesta protestokirinê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.    Derhênerê navdar ê îranî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin Jafar Panahî, ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Panahî têkildarî mijarê ji malbata xwe re peyamek şand û malbatê jî li ser medyaya civakî parve kir. Di nîşeyê de wiha hat gotin: “Ez, tevgerên derhiqûqî û dermirovî yên daraz û hêzên ewlekariyê bi awayekî kategorîk protesto dikim. Min dest bi greva birçîbûnê kir û heta ku têm berdan jî dê tu tiştekî nexwim, venexwim û tu dermanan bi kar neyînim. Belkî jî heta cenazeyê min ji vê girtîgehê derdikeve jî di vê rewşê de bim.”