Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye 2023-02-03 09:01:41 COLEMÊRG - Li Geverê amadekariyên Meşa Gemlîkê ku dê di 6'ê Sibatê de bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” bê lidarxistin, li ber qedandinê ne.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû çêkirin û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi dirûşmeya “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan ve bê destpêkirin. Milekî meşê dê di 6'ê Sibatê de ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê û milê din jî dê ji navçeya Geverê ya Colemêrgê dest pê bike. Meş dê di 15'ê Sibatê de li Gemlîkê bi dawî bibe. Li Geverê amadekariyên ji bo meşê didomin.    ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'   Hevserokê DBP'a Geverê Evliya Alkan diyar kir ku Meşa Gemlîkê ji bo pirsgirêkên welêt bi awayekî mayinde bên çareserkirin tê lidarxistin û got: "Li Tirkiye û Rojhilata Navîn mifteya aştiyê birêz Ocalan e. Şert û mercên tecrîda giran ên li hemberî birêz Ocalan, mînaka herî berbiçav a krîz û şerê li welêt e. Em ji bo şikandina tecrîdê meşeke bi vî rengî li dar dixin. Cihê çareseriyê yê aştî û azadiyê Îmralî ye."    HÛRGULIYÊN ÇALAKIYÊ   Alkan ragihand ku dê di 6'ê Sibatê de bi daxuyaniyeke li ber avahiya partiyê dest bi meşê bikin. Alkan diyar kir ku paşê dê şande li navçeya Elbakê ya Wanê bê birêkirin û jin û ciwanan vexwand çalakiyê.    ‘GER TECRÎD BÊ ŞIKANDIN DÊ AŞTÎ BÊ'   Hevserokê HDP'a Geverê Şoreş Dîrî jî destnîşan kir ku her diçe tecrîd girantir dibe û got ku bi xebernegirtinê tecrîd kûrtir bûye. Dîrî wiha axivî: "Krîza aborî û xizaniya li welêt bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ger tecrîd bê şikandin, dê aştî, demokrasî û azadî bê. Em ê jî bi hêviya azadî û demokrasiyê şandeya xwe ji Geverê ber bi Gemlîkê ve bi rê bikin."    BANGAWAZÎ   Dîrî ji bo aştiyeke mayinde hemû derdoran vexwand meşê û got: "Xebatên ji bo meşê bênavber didomin. Em ê şandeya meşê ber bi Elbakê ve bi rê bikin. Ji bo birêkirinê em li benda her kesî ne. Em bawer dikin ku dê gelê Geverê ji bo şikandina tecrîdê bi girseyî beşdar bibe."