Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin 2023-02-03 09:04:06   AMED - Dayika Aştiyê Menîce Yenî ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê bang kir û got: "Banga min li gelê kurd, gelê bi şeref, gelê bi xîret ew e ku bila tev li vê meşê bibin û em vê tecrîda li ser rêberê xwe rakin."   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ye, zêdetirî 22 meh in tu xeber nayê girtin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû çêkirin û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan ve bê destpêkirin. Milekî meşê dê di 6'ê Sibatê de ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê û milê din jî dê ji navçeya Geverê ya Colemêrgê dest pê bike. Meş dê di 15'ê Sibatê de li Gemlîkê bi dawî bibe.    Dayika Aştiyê Menîce Yenî ku kurê wê di sala 2021’ê de li gundê Pîrejman yê navçeya Pîranê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest daye û piştî 8 meh û 9 rojan cenazeyê kurê wê di qabekê de radestî wê hatiye kirin, ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê bang kir.   ‘RABIN SER PIYA’   Yenî destnîşan kir ku ev tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser gel jî xwe nîşan dide. Yenî diyar kir ku tecrîd li ser jin, ciwan û hemû gelan e û wiha got: “Ez dixwazim ev meş bi serkeftî be. Bila gelê kurd êdî xwe nas bike û rabê ser pêya. Ev tecrîd tenê li ser rêberê me nîn e, li ser gelê me tevan e.”   ZEXTÊN DEWLETÊ   Yenî bal kişand ser zextên dewletê yên li dijî gel û wiha berdewam kir: “Mijar çi be ferq nake, gava em meşekê li dar dixin, gel ditirse ku tevlî meşê bibe. Em mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax xwe digihînin her derê, lê gel naxwaze tevli me bibe. Heke em tecrîda li ser birêz Ocalan nedin şikandin, ev tecrîd dê li ser me tevan bibe sîwan û dijmin jî dê bêhna xwe pê bîne. Heta tecrîda li ser Serok Apo neşikê, a li ser me jî naşikê. Hewce ye em gelê kurd vê tecrîdê bidin rakirin. Ev nêzî 23 meh in em tu agahiyan ji Rêberê xwe nagirin û ne bi malbata xwe, ne bi parêzerên xwe û ne jî bi kesine din re hevdîtinek nekiriye.”   ‘OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E’   Yenî destnîşan kir ku hevdîtina bi Ocalan re dê aştî û wekheviyê bi xwe re bîne. Yenî bibîr xist ku Ocalan rêberê gelê kurd e û wî rastiya kurdan daniye pêşiya wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Ocalan em jin anîne vê astê. Heke ew neba, em tev niha kole bûn. Hêj jî gelek jin hene ku di bin koletî û bindestiyê de ne. Girtiyên me, jinên me û zarokên me tev di binê siwana tecrîdê de ne.”   BANGAWAZÎ   Yenî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Banga min li gelê kurd, gelê bi şeref, gelê bi xîret ew e ku bila tev li vê meşê bibin û em vê tecrîda li ser rêberê xwe bişkînin. Êdî bes e. Me heta niha bi hezaran şehîd dane. Bila wan bînin bîra xwe. Heke em erka xwe bi cih neyînin, em ê 50 sal paş de biçin.”