Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye 2023-02-03 09:09:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Seyda Qasim ku şerê li Zap, Metîna û Avaşînê didomin dişopîne anî ziman ku Tirkiye tevî hemû derfetên xwe yên teknikî jî heta niha tu encam bi dest nexistiye û got: “Tevî ku ewqas çek û cebilxane, çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn jî encam fiyasko ye.”    Artêşa Tirkiyeyê ji 17’ê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dike. Li gorî agahiyên ji herêmê tên hê jî şerek dijwar diqewime û çekên bi jehrî ango çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li gorî daxuyaniyên Navenda Parastina Gel (HSM) di navbera 14’ê nîsanê û 14’ê cotmeha 2022’yan artêşa tirk 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar aniye. Li gorî daxuyaniya dawî ya HPG’ê di meha çile ya îsal de jî 252 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.     Rojnamevan Seyda Qasim ê li herêmê şer dişopîne geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    ‘ENCAM FIYASKO YE’    Seyda Qasim anî ziman ku di van 10 mehan de heta niha Tirkiyeyê tu encam bi dest nexistiye û got: “Di nava van 10 mehan de dewleta tirk hemû hêz û çekên dest xwe li ser qadên gerîla ku weke Herêmên Parastinê yên Medyayê tê nasîn, bikaraniye. Encam bu artêşa tirk fiyasko ye. Tevî ku ewqas çek û cebilxane hatin bikaranîn, çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn encam bû mîna reva leşkerên tirk a zivistana sala 2008’an a li Zapê. Mirov dikare van 10 mehan bi çend qonaxên esasî ku rewşê vebêje bîne ziman. Qonaxa êrişê ya herî dijwar û bi her cureyê li ser sînor di serî de Avaşîn, Zap û Metîna hatin kirin. Hema bêje bostek nema ku bombe lê nehate barîn. Bi vê yekê dewleta tirk xwest di serî de gerîla bixe şokê û hema di cih de leşkeran deyne û qadê dagir bike. Ji kêliya ewil ve gerîlayan li ber xwe da. Di van êrişan de ji çekên qedexe yên mîna bombeyên taktîk nûkleer, termoborîk û bi dehan cureyên din, dîsa gazên jehrî û madeyên çêkirî li ser tûnelên berxwedanê hatin bikaranîn.”    ‘PÊŞÎ LI DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIGIRIN’    Qasim bi lêv kir ku li gorî pisporên şer dinirxînin Tirkiyeyê êrişên dijî hiqûqa şer pêk anîne û wiha got: “Wek tê zanîn hê jî pêşketinek tune ye. Gerîlayan bi her awayî bersiva êrişan daye û artêşa tirk tengav dibe. Bersivdayîna şer, ji bo parastina gelê kurd û Kurdistanê ye. Gerîla pêşiya Tirkiyeyê digire ku başûrê Kurdistanê neyê dagirkirin.”   Qasim anî ziman ku her şandeyeke ku dixwest li herêmê lêkolîna çekên kîmyewî bike ji aliyê PDK’ê ve hatine astengkirin û got: “Hêzên navneteweyî jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî bêdeng man. Heta niha ku gelek şandeyan xwestin bên herêmê lê hatin astengkirin. Hat xwestin artêşa tirk ji piştê ve li gerîla bide.”    ‘TU ENCAM NEHATIYE BIDESTXISTIN’    Rojnamevan Seyda Qasim diyar kir ku li cihê ku leşker asê man dest bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî kir û bi sîstematîk ji bombeyên taktîk nuklere bigire heta termoborîk û gazên jehrî ku bi rengên sor, zer, spî ne hatin bikaranîn. Qasim da zanîn ku hê jî tu encam bi dest neketiye û veşartina gelek leşkeran jî tê veşartin. Qasim got gelek leşker bi awayên guman dimirin û li qadan bêxwedî tên hiştin.    ‘ÎKTIDAR JI BO KU XWE LI SER PÊYA BIGIRE’    Qasim diyar kir ku krîza aborî û krîzên din ên li Tirkiyeyê diqewimin berê artêşa tirk dide şerê li herêmê û îktidara AKP-MHP’ê dixwaze bi şerê heyî li ser pêya bigire û xwe bigihîne heta hilbijartinê. Qasim anî ziman ku Tirkiye bi vî şerî dixwaze sînorê xwe yê Mîsaqî Mîllî bigire û Erdogan ji bo vê hemû derfet û îmkan daye destê leşkeriyê.    ‘BÊNAVBER ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN’    Seyda Qasim destnîşan kir ku bikaranîna çekên kimyewî ya li herêmê di asta herî jor de ye û wiha axivî: “Bikaranîna çekên kîmyewî êdî bûye metodeke ji rêzê. Her roj bê navber li qadên şer û li ser tûnelên berxwedanê tên bikaranîn. Mirov nikare rêjeyek diyar jêre nîşan bide. Lê ya ku mirov bêje, her roj li ser qadên gerîla çekên qedexe taktîk nûklere, gazên jehrî tên bikaranîn. Niha çeka leşkerî bûye, bombeyên qedexe û gazên jehrî. Herî dawî dîmenên ku hatin parvekirin rastiya vê yekê radixe ber çavan.”   ‘BERJEWENDIYÊN HEYÎ PÊŞÎ LI LÊKOLÎNKIRINÊ DIGIRE’    Qasim bal kişand ser lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî û destnîşan kir ku berjewendiyên heyî pêşiya lêkolînkirinê digirin û heta niha jî ji bo lêkolînkirinê bi qasî serê derziyê jî tu pêşketin tune ye. Qasim anî ziman ku ne lêkolînek baş hatiye kirin û ne jî di asta hiqûqî de giliyê Tirkiye hatiye kirin ku xaka Iraqê tê binpêkirin û wiha got: “Her çiqas gelek caran komîsyon û civînên ji bo pêşîgirtina êrişên Tirkiye li Parlementoya Iraqê hatibe kirin jî encam weke xwe ye. Hikûmeta berî niha ya Mûstefa El Kazimî bi hevkariya xwe ya bi Tirkiye re tê nasîn. Dîsa bazar û berjewendiyên heyî rêya lêkolîn û xebateke giştî girtiye. Ji ber şert û mercên dijwar ên li herêmê û dîsa rêgiriya PDK’ê heta niha tu heyetek ne serbixwe ya navneteweyî û ne jî navxwe çi ji Iraqê û çi jî ji herêmê nikarin biçin qadên ku şer û sûcên şer lê hatine kirin. Tevî ku li seranserî dinyayê kurdan û dostên wan xwestin herêma çekên kîmyewî lê tên bikaranîn bên lêkolînkirin jî lê dîsa pêk nehat. Heta lêkolîn bên kirin û encamên lêkolînê bên parvekirin dê rayedarên ku destûra van çekan dane, li qadên navneteweyî bên dadgehkirin.”