‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’ 2023-02-03 10:13:37   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Gulden Dogan ji bo Meşa Gemlîkê bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Pisûla û navenda me ya çareseriyê Îmrali ye. Heke em bi hev re têbikoşin, dê bi ser kevin.”    Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) dê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 22 meh in tu agahî jê nayên girtin, di 6’ê sibatê de li Qoser a Mêrdînê û Gever a Colemêrgê ji du baskan ve ber bi Gemlîkê ve meş bê destpêkirin. Meş dê bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” tê lidarxistin û meş dê di 15’ê Sibatê de li Gemlîkê bi dawî bibe.    Ji aktîvîstên TJA’yê Gulden Dogan têkildarî girîngî û armanca meşê axivî. Dogan, diyar kir ku pêşniyarên çareseriyê yên Abdullah Ocalan ji hêla hemû gelan ve hatine pejirandin û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê yên îktîdarê, tekane çareserî li Îmraliyê ye. Armanca bingehîn a hemû xebatên me jinan, avakirina Rêya Sêyemîn, rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî em mal bi mal, tax bi tax digerin û qala tecrîdê dikikn. Panel, atolye û gotebêj tên lidarxistin. Em ji gel re dibêjin ku hêza avakirina jiyaneke azad û wekhev li Îmraliyê ye. Têkoşîna esasî ya li dijî tecrîdê bi têkoşîneke yekbûyî dibe. Banga me ji bo hemû gelan ew e ku tev li Meşa Gemlîkê bibin.”    ‘DIVÊ GEL BIBIN YEKDENG’   Dogan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîaya tecrîdê;  Tirkiye, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn eleqeder dike. Lewma jî divê hemû gel bi yekdengî li dijî tecrîdê derkevin. Bêdengî, vê tecrîdê girantir dike. Lewma divê hemû gel tev li Meşa Gemlîkê bibin. Heke em bi hev re tevbigerin, dê bi hev re bi ser kevin. Birêz Ocalan li dijî polîtîkayên kedxwarî, înkar û îmhayê, Rêya Sêyemîn pêş xist. Bi tecrîdê dixwazin vê rêyê têk bibin. Birêz Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk ava kir. Lewma dixwazin pêşî li ber bigirin.    Li dijî polîtîkayên şerê taybet, rêya çareseriyê li Îmraliyê ye. Anku pisûla û navenda me ya çareseriyê Îmrali ye. Divê em tevek berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bikin. Gelê me dixwaze êdî rêberê xwe bibîne. Agahînegirtina ji Îmraliyê rê li ber fikaran vedike. Weke gelê kurd me tu carî serî li ber serdestan netewand. Em ê bi berxwedana xwe bikin ku birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Di serî de jin, banga me ji bo her kesî ew e ku tev li Meşa Gemlîkê bibin.”