Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê 2023-02-03 13:16:01 RIHA - Baroya Rihayê, derbarê rêziknameya avê ya Şeredariya AKP’î de ku welatiyên nikarin faturayên xwe yên avê razînin doza batalkirinê vekir.   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel derbarê Şeredariya AKP’î ku ji ber deynên avê yên welatiyên Rihayê abonetiya wan dibire de li Ewywana Civînê ya Baroya Rihayê daxuyanî da. Rêveberên baroyê di civîne de amade bûn.   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi lêv kir ku ji ber krîza aborî welatî di dabînkirina pediviyên xwe yên avê de bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Oncel destnîşan kir ku Muduriyeta Giştî ya Av û Binesaziyê ya Şeredariya Bajarê Mezin a Rihayê ava welatiyên ku nikarine deynên xwe yên avê razînin saetên avê mor morkiriye û wiha got: “Li ser vê yekê gelek gilî û gazinên welatiyan ji me re hatin. Li ser vê yekê me jî ji şaredariya AKP’î re nivîsek şand lê bersiveke zelal ji me re nehat. Ew rêziknameya avê ji aliyê meclisa şeredariyê ve tê diyarkirin, ew rêzikname li dijî welatiyan neheqiye. Ji bo ew rêzikname bê batalkirin em jî daxwaza vekirina dozê dikin.”    ‘EM Ê PIŞTGIRIYA WELATIYAN BIKIN’   Oncel anî ziman ku ji aliyê Yekitiya Navnetewî (YN) ve av weke ‘Mafeke ku mecbûrî ye divê bê dabînkirin’ hatiye dîtin û got “Tirkiyeyê jî ew Peyman qebûl kiriye. Ji bo ew maf bi cih were berpirsyarê sereke hikûmet in. Astengkirina mafê welatiyan a avê nayê qebûlkirin. Ji bo ew astengî bên rakirin çi ji destê me were em ê bikin û piştgiriya welatiyên Rihayê bikin.”