Li girtîgehan greva birçîbûnê didome 2023-02-03 13:46:20   ÎZMÎR - Girtiyên ku li girtîgehên Trabzon, Bolû, Gîresûn, Afyon û Îzmîrê li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne banga bidawîkirina binpêkirinên mafan kirin.    Çalakiyên greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî binpêkirniên mafan ên sîstematîk li girtîgehan diqewimin dane destpêkirin belav dibe. Girtî diyar dikin ku mafên wan ên name, pirtûk, hevdîtin, telefon û sewqa wan bo nexweşaneyê tê astengkirin û Desteya Çavdêrî û Îdareyê yên girtîgehan bi awayek kêfî berdana girtiyan asteng dikin. Girtiyan anî ziman ku girtî li dijî van binpêkirinan li Girtîgeha Beşîduzuya Trabzonê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê, Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jinan û Girtîgeha Afyonê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê ketine greva birçîbûnê.    TRABZON    Girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ji tîrmeha 2022’yan ve bi awayek dorveger her komek 5 roj çalakiya greva birçîbûnê didomîne. Girtiyên li Girtîgeha Bolûyê jî ji mijdara 2022’yan ve jî bi awayek demdirêj û dorveger ve ji 20 rojan carek 3 girtî çalakiyê didomînin.   GÎRESÛN     Girtiyên li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê jî ji 7’ê kanûna 2022’yan ve ku çalakiya greva birçîbûnê ya demdirêj û dorveger dane destpêkirin didomiya lê girtiyan çalakiya xwe veguherand demdirêj û nedorveger. Girtiyên li vir Erdal Emeç, Aydin Ogûz û Ahmet Budak li dijî binpêkirinan didomînin.    ŞAKRAN    Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî li dijî lêferzkirina jimartina li ser pêya, dijwarkirina tecrîdê û her cure binpêkirina mafan ji 2’ê çile ve greva birçîbûnê ya demdirêj û dorveger dan destpêkirin û çalakî ji 10 rojan carek diguhere. Çalakiya ewil nivîskar Leyla Saraç da destpêkirin. Çalakî li girtîgehê didome.    AFYON    Girtiyên li Girtîgeha Afyonê jî li dijî lêferzkirina jimartina li ser pêya û serdegirtinên qawîşan di 3’ê çile de çalakiya greva birçîbûnê ya demdirêj û dorver dan destpêkirin. Ewilî du girtiyan dest pê kir û niha 9 girtî çalakiyê didomînin.