Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin 2023-02-03 15:00:13   STENBOL - Berdana Kadîr Karabak ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” cara duyemîn hate taloqkirin.    Berdana Kadîr Karabak ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin ji ber nameya ku ji Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gelecekê re nivîsandî û dirûşmeyên ku zarokên wî yên 6 û 9 salî berz kirin cara duyemîn ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Têkildarî mijarê hevjîna Karabak, Eylul Karabak, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û nûnerê Partîzanê Metîn Ozken li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û xwestin Karabak bê berdan.    Hevjîna Karabak, Eylul Karabak diyar kir ku hevjînê wê 6 sal û nîv in girtî ye, da zanîn ku dema hevjînê wê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin bi hincetên derveyî hiqûqî hate taloqkirin.    ‘POLÎTÎKAYA TESLIMIYETÊ’    Nûnerê Partîzanê Metîn Ozken jî bi lêv kir ku bi Lijneyên Îdarî û Çavderiyê yên li girtîgehan hatine avakirin teslimiyet li girtiyan tê ferzkirin û wiha got: “Girtiyên isyasî yên xwedî li rûmeta xwe derdikevin û bertekê nîşanî binpêkirinên mafan didin bi sedemên pûç û vala bêyî ku bingeheke hiqûqî hebe bi hinceta “ne di rewşa baş de ne’ înfaza wan tê şewitandin û nayên berdan.”   BIRYARÊN TALOQKIRINA ÎNFAZÊ YÊN KEYFÎ   Ozken, bal kişand ser şewitandina înfaza Kadîr Karabak û wiha berdewam kir: “Berdana Karabak jî ji aliyê van lijneyên em behsa wan dikin ve bi hincetên keyfî her tim tê taloqkirin. Tevî ku Kadîr Karabak cezayê lê hatiye birîn xelas jî kiriye bi taloqkirina 3 mehan nayê berdan û bi awayekî fîîlî înfaza wî tên şewitandin. Nameya Karabak a ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Ozgur Gelecekê şandibû û mirina bi guman a hevalê xwe yê girtîgehê Vedat Erkmen kiribû nûçe weke sûc hatibû hesibandin û berdana wî hatibû taloqkirin. Dû re îdareya girtîgehê gotin tespîtkirine ku zarokên Karabak ên 6 û 9 salî dirûşme berzkirine û di çarçoveya xebateke birêxistinkirî nirxandin û bi hinceta ku derkeve derve wê zarokên xwe sewqî xebatên rêxistinî bike berdana wî careke din ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Nirxandina rêveberiya girtîgehê mînaka nîşaneya keyfiyetê ye.”   ‘DI DESTÊ GIRTIYAN DE TIŞTEK NEMA’    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, destnîşan kir ku li welat qadeke bêhiqûqî heye û diyar kir ku ev bihiqûqî herî zêde li girtîgehan tê dîtin. Pîroglû, bal kişand ku çalakiyên greva birçîbûnê ku demên dawî de li girtîgehan zêde bûne ji ber vê bêhiquqiyê ne û got: “Ji ber ku di destê girtiyan de tiştekî ku rewşa heyî biparêzin nema ye.”