Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê 2023-02-03 16:16:54   MÊRDÎN - Şaredarê Şemrêxê yê berê Hasîp Aktaş jî di nav de li 4 kesan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.    Kongreyên Civaka Demokratîk (KCD) di sala 2013’an de li Mêrdînê civînek li dar xistibû û li ser îfadeyên “Şahidê nepen”, derheqê Şaredarê Şemrex a Mêrdînê Hasîp Aktaş ku di navbera salên 2009-2014’an de şaredar bû, Şaredarê Sitîlîlê yê wê demê Lokman Findik, Şaredarê Xelîlayê Ahmet Încî û Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Kerboranê yê wê demê Mehmet Kiliç de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Aktaş, Findik, Încî û Kiliç ku bi awayekî negirtî tên darizandin tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û ewraq hatin xwendin.    DOZGER DAXWAZA GIRTINÊ KIR    Di danişînê de ji ewil li îfadeyên şahidan hatin guhdarkirin û piştre jî parastin dest pê kirin. Piştî parastina parêzeran, dozger xwest ku her 4 kes jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin û mutalaaya xwe da dadgehê.    JI BO 4 KESAN 25 SAL CEZAYÊ HEFSÊ    Dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ji ber her yek ji wan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da.