Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-02-03 22:12:01   ÎZMÎR - Yakûp Guneş ku di sala 1982'yan de li navçeya Gimgimê ya Mûşê hatibû girtin, piştî 30 saln ji girtîgehê derket.    Girtiyê siyasî Yakûp Guneş ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de bû, piştî 30 salan hat berdan. Guneş di sala 1992'yan de li navçeya Gumgimê ya Mûşê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Guneş, ku Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebetê li biriye, diviyabû di 3'yê Mijdara 2022'yan de bihatana berdan, lê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê înfaza wî heya 3 mehan taloq kiribû. Guneş ku di 18 saliya xwe de hatiye, di 50 saliya xwe de hat berdan. Li ber girtîgehê xizmên GUneş û rêveberên EGTÛHAYDER'ê ew pêşwazî kirin.