ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-04 09:00:14     * Kesên di çalakiyên bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jiyana xwe ji dest dayîn, di nameyên li pey xwe hiştibûn de diyar dikirin ku bi çalakiyên xwe hewl dane komployê vala derxînin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin.    * Prof. Dr. Onûr Hamzaogûlu anî ziman ku HDK ji bo rêxistinkirina qada civakî heye û ji bo jiyaneke nû divê "dibistanên HDK'ê" bên avakirin.    * Sonûç Gurdegîr, li Çewligê hatibû binçavkirin û 9 rojan di binçavan de îşkence lê hatibû kirin. Piştî sal û nîvekê bi hinceta "delîl kêm in" û "hinceta razber" der barê serlêdana parêzerên wî de biryara neşopandinê hat dayîn.    * Hevseroka Partiya Kes a Wanê Gonul Ûzûnay diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi civakê dide windakirin û her kesî vexwand "Meşa Gemlîkê" ku dê di 6'ê Sibatê de li dijî tecrîdê bê lidarxistin.    * Fîkret Çalagan ku ji bo birayê xwe yê di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de bibîne çû girtîgehê, diyar kir ku di lêgerînan de mafên kesayetiyê tên binpêkirin û got: "Nehiştin ez û birayê xwe yê girtî li kêleka hev rûnên û hev du hembêz bikin."    * Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku tevî zaman jî pirsgirêka dermanan didome û wiha got: “Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Pergal êdî bi vî rengî nameşe.”   * Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî derbarê doza girtina HDP'ê de got: "Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 698’emîn de dê berdewam bike.    * HDP dê li Navenda Çanda Cem Karaca ya li Bakirkoyê “Konferansa Komara Demokratîk" li dar bixe. (10.00)   * Rêxistina HDP’a Êlihê wê li Sendîkaya Petrol-Îş’ê panela bi navê “Stratejiya hilbijartin û rêya 3’yemîn” li dar bixe. (11.00)   * Malbatên Windayan wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (12.00)     * Dayikên Şemiyê wê 932’yemîn çalakiya xwe ya bi daxwaza aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîl bên darizandin bi awayekî online li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di hefteya 567’emîn a “Rûniştina F” de wê li ber avahiya komeleyê daxuyaniyekê bide. (13.30)   * ÎHD ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka Kevin a Îzmîrê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê di çalakiya xwe ya hefteya 439’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî talana ekolojîk a li Baxçeyên Hewselê dê li Birca Keçikê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)