Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî 2023-02-04 09:34:40 WAN - Kesên di çalakiyên bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jiyana xwe ji dest dayîn, di nameyên li pey xwe hiştibûn de diyar dikirin ku bi çalakiyên xwe hewl dane komployê vala derxînin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin.    Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 25’an. Di komploya navneteweyî de gelek hêzên navneteweyî cih girtin û li gel ku bi ser re 24 sal derbas bûn jî hêrsa li dijî komployê hêj mîna rojên destpêkê didome. Di çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de bi dehan kesan xwe şewitandin û çalakiyên mîna wan di salên dawî de jî berdewam kirin. Di sala 1998’an de bi çalakiya girtî Halît Oral dest pê kirin û herî dawî jî Bubo Taş û Mehmet Akar çalakiya xweşewitandinê kirin. Kesên bi çalakiya xweşewitandinê dawî li jiyana xwe anîn û komplo û tecrîd protesto kirin, li pey xwe name hiştin û qala bandora Ocalan a li ser xwe vegotin.    Nameyên hin kesên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:    ÇALAKIYA EWIL   Di şeva 29’ê Cotmehê de ku starta komployê hatibû dayîn de Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê xwe şewitand. Nameya Mehmet Halît Oral wiha ye: “Êrişên li dijî we û gelê me tên kirin, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Ji bo ku li rexê ve ji van êrişan re bibim bersiv, ji bo ku xiyanetê li şehîdên me û cenabê we nekim, ji bo ku peywira xwe pêk bînin, ev çalakî dê bo min bibe serfiraziyeke mezin. Heta niha min nekarî ji bangawaziyên we re bibim bersiv. Dê çi hêja be ku ez bikarim bi vê çalakiya xwe ji bangawaziya we re bibim bersiv. Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de vê nikarim ji dijmin derxînim. Bi vê çalakiya xwe careke din dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabe te careke din nîşan bidim. Û bi vê çalakiya xwe dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe li bara dijmin nîşan bidim. Û dîsa dixwazim tolê hilînim. Ez negihaştim wê şerefê ku cenabê te bibînim. Lê her demê di dilê xwe de te hîs dikim. Bêguman çalakiya min wê bi TC’ê gav nede avêtin. Lê wê vê bibînin, heke ziyaneke biçûk were ser te, hemû gelê me wê cîhanê li wan bike zindan. Ji ber ku heke li vê cîhanê navê me tê hildan û me bi tiştekî dihesibînin, ev bi temamî bi ked û hewldana we ya mezin e.”   MEHMET GUL   Girtiyê bi navê Mehmet Gul di 19’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Manîsayê xwe şewitand û di 27’ê cotmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di nameya xwe de Mehmet Gul wiha digot: “ “Serokê min! Piştî weşheta li Eriromê, min xaka Mazluman Amed dît. Min hucreyên rêhevalên Mazlum, Çaran, Kemal, Hayrî û Akîf dîtin ku xwe ji bo rûmeta neteweyî-çînî, ji bo jiyan û parastina vîna xwe feda kirin. Bi taybet jî dema min qemîsê rêheval Mazlum ê zerbûyî dîtî; dê bibêjî qey di wê kêliyê de li pêşberî min disekiniya. Û her roj ez carekê diçûm min li wî qemîsî dinihêrt. Her çend ku bi di qada îdeolojîk û polîtîk di asta tê xwestin de nebe jî min hewl dide xwe nêzî xeta jiyan û têkoşînê ya rêheval Mazlum, Kemal û Xeyriyan bikim. Bandora rastiya rêbertiya şerê şoreşgerî, ruhê Apoyî, şêweyê lêxistinê yê li welêt li ser zindanan jî dikir. Dixwazin di şexsê we de dîsa gelê kurd qir bikin. Ev êrişên li dijî we tên kirin; êrişên li dijî mirovahiyê, aştiyê, dostanî û tevgerên rizgariya neteweyî ne. Lewma jî ez bi vê çalakiya xwe ya şewitandina bedena xwe re TC’ê, kesên li destên ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê tên dirêjkirin teoriyên komployê pêş dixin protesto dikim.”   BULENT BAYRAM   Bulent Bayram jî di 21’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Semsûrê xwe şewitand û ev name li pey xwe hişt: “Li şûna hilbijartina mirinek hêsan, ez dizanim ku bi çalakiyek bi vê rengê ezê ji eniya zindanan darbeyek mezin li dijmin bixim. Girêdanbûn û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Berxwedêrên 14’ê Tirmehê, rêheval Zîlan, Sema, Fîkrî û Halît Oral vêya emir dikin. Ez dixwazim bi çalakiya xwe nîşan bidim ku ez şopdarekî wan im û girêdanbûna xwe ya li hemberî wan qîr bikim. Ez ê jî bi gihiştina xeta Rêbertî û rastiya şehîdan, bersiva êrişên tunekirinê yên dijmin bidim. Bi qasî ku bersiva min li hemberî dagirkeriyê ye, li hemberî îxanetê ye jî. Bijî Serok Apo!”   ALÎ AYDIN   Alî Aydin ku di 21’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Bartinê bedena xwe da ber agir, ev nanem li pey xwe hişt: “Serokê min! Min gelek dixwest te bibînim. Lê belê dema lê dinêrim dibînim ku hin kes hene ku nahêlin ez te bibînim. Lewma jî ez ê van astengiyan ji holê rakim. Mîna rêhevalên Sema, Fîkrî, Mûrat Kaya, M. Halît Oral û Mehmet Gul, ez jî dê xwe feda bikim. Di jiyanê de yek ji tiştên herî zêde jê nefret dikim, dema ez li derve rewşa gelê kurd a tê de dijiya bû. Ez, ji kesên ji nava partiyê derketin û piştre dîsa vegeriyayîn, dest danîne ser nirxên partiyê û wan beserûber bi kar tînin nefret dikim. Ez li van kesan dinihêrim û xwe pêş dixim. Û hêrsa min a li dijî dijmin zêdetir dibû. Bijî Serok Apo.”    SELAMET MENTEŞ Û AYNÛR ARTAN   Selamet Menteş û Aynûr Artan di şeva 23’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Mîdyadê bi kolonyayê bedena xwe dan ber agir. Selamet Menteş li girtîgehê, Aynûr Artan jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Menşet û Artan di pêyama xwe de wiha gotibûn: “Parastina Rêber Apo; bi rêya xwe derbaskirin û fêmkirinê re gengaz e. Parastina Rêbertî bi bûyîna yek deng, yek bedenê ve gengaz e. Parastina Rêber APO bi gihiştina alevên ku azad dibe gengaz e”.   MÎRZA SEVÎMLÎ   Mîrza Sevîm ku di 26’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Erziromê xwe şewitandibû li pey xwe ev peyam hiştibû: “Serokê min, te bi tena serê xwe dest bi vê têkoşînê kir. Di demekî ku gelê kurd di herka dîrokî de ber bi jêr ve diçû de te bi tena serê xwe anî vê astê. Niha êdî gel zane bûye û tevahiya cîhanê jî li dijî wan derkeve tu hêz nînin ku bikarin xwe li pêşiya gelê kurd bigire. Di demên berê de mirov nedikariya du kurdan bîne ba hev lê Serokê min te niha bi milyonan kes rakirina ser pêyan. Dijmin jî pir ji te ditirs e. Çawa ku dema pisîkek li cihekî asê dibe êrişî derdorê dike, dijmin jî di heman rewşê de ye. Ji bo ku piştevaniyê bidim hevalên xwe şewitandin, ez jî dê xwe bişewitînim. Ez heta dawiyê di vê çalakiya xwe de bibiryar im. Em heta dawiyê bo te deyndar in. Heke ji bilî canê xwe min bikariya tiştekî cuda fedayî te bikim, dê min bikira lê ji bilî canê min tiştekî din bi destê min nayê. Heta ku tu hebî dê kesek nekare pişta gelê kurd dayne erdê.”    EMRÛLLAH DAMLACI   Emrûllah Damlic (Seyîd Bayram) jî di 18’ê Mijdara sala 1998’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê çalakî li dar xist û ev nameye li pey xwe hişt: “Dê destên ji bo Serok radibin werin şikandin. Tekane daxwaza min ew e ku bi kîjan aliyê wê ve dibe bila bibe lê teqez ji hêla kadro û gel ve bê domandin. Ji bo azadiyê demekî pir kin ma ye. Azadbûna me girêdayî Serok Apo ye. Divê em bikarin Serok bi xelekeke ji agir biparêzin. Ez ji canê xwe bêhtir ji Serok Apo hez dikim û xweziya ji bilî canê min tiştekî din hebûya ku bikarim fedayî Serok bikim. Serok Apo roj e, kesek nikare roja me tarî bike.”    SERPÎL POLAT   Di 17’ê Sibata 1999’an de Endama Rûmetê ya Yekîneya Propagandaya Çekdar a Marksîst-Lenînîst Serpîl Polat li Girtîgeha Sakarayê bedena xwe da ber êgir û jiyana xwe ji dest da. Polat di nameyê de ku li pey xwe hişt de wiha behsa çalakiya xwe kir: ”Ez êrişa emperyalîzmê, ya olîgarşiyê ya di şexsê Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan de li ser gelan, bi taybet li ser gelê kurd şermezar dikim, bi diyakirina Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan nikare were darizandin hêrsa xwe ya mezin bi agirê bedena xwe li dijî dijmin nîşan didim.”   FATOŞ SAGLAMOZ   Fatoş Saglamoz (Sema) a rihayî di 11’ê Mijdara sala 2003’yan de li Qada Gustaf Adolf a bajarê Göteborg ê Swêdê bedena xwe da ber agir û di nameya xwe de wiha got: “Malbata min malbateke ji çîna karkeran e û 9 zarokên wan hene. Ez jî zaroka wan a herî dawî me. Malbata min, bi eslê xwe tirk e. Girîngiya ku hûn didin jinê, rêhevaltiya we ya bi jinan re, ji hêla hemû dinyayê ve tê zanîn. Ya ku dixwazin li giravekî di nava çar dîwaran de hefs bikin, di heman demê de azadiya jinên tevahiya Rojhilat Navîn in. Yên ku dixwazin vê azadiyê hefs bikin ewqas kor in ku wê behra bêserûbin a li dora giravê nabînin. We girêdayî rastiya dîrokî ji bo rolek diyar kir. Bi awayekî her baş avakirina vê erkê jî peywira me ye. Ji bo vê pêvajoya nû ya em ketinê ruhekî fedaî û dilekî ji agir bêhtir dijwar dixwaze. Em tenê dikarin bi vî awayî hêjayî we û şehîdên me bibin. Ez baş dizanim ku hûn dê vî rêbazê çalakiya min nepejirînin. Lê li gorî min divê mirov di hinek aliyan de di navbera gelan de bibe pir. Heke ez bikarim bibim texteyekî wê pirê, dê ev yek bo min bibe cihê şanaziyê. Ez ê hewl bidim di ruhê neteweperest ê gelê xwe kunekî vekim. Beden, li cihekî ku topên agir û xwelî tevlihev dibin dikarin bibin xwik û bira.”    SERDAR ARI    Yek ji çalakiyên din jî ya Serdar Ari bû. Ari, di 25’ê Cotmeha 2005’an de çalakî li dar xist û di nameya xwe de wiha xîtabî Abdullah Ocalan dikir: “Bi tecrîda îmhakirinê ya ku li ser cenabe wê tê danîn, tê xwestin ku gelê me û gelan dîsa kole bikin. Dixwazin ev qas nirxê ku we afirandî bi carekê re tine bikin. Lê ne pêkan e ku em vê qebûl bikin û berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê qebûl nekin. Ev 21 heftî ne ku em ti agahiyê ji we nastînin. Ev jî fikarê bi me dide çêdikirin û hêrsa me radike. Gelê kurd dizane ku azadiya wan bi azadiya Serok Apo pêkan e. Lewma jî mîna berê, îro jî peywira xwe bi cih tîne. Ji bo protestokirina tecrîda îmhakirinê, ez vê çalakiyê li dar dixim.”    VIYAN SORAN    Viyan Soran (Leyla Walî Hasan) di 1’ê Sibata 2006’an de li Herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe de Viyan Soran wiha digot: “Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kî me û divê çawa bijîm. Anku hizir û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de çiqas min zehmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min ji te hêza wateyê kifş kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz ve bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di der barê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim.   Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navneteweyî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrişên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo destnîşankirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.”   EVRÎM DEMÎR   Evrîm Demîr a 18 salî, di 18’ê tîrmeha sala 2011’an di roja salvegera Çalakiya Rojiya Mirinê ya 18’ê Tîrmeha s1982’yan a li Zindana Hejmar 5 a Amedê çalakiya xweşewitandinêli dar xist. Demîr li pey xwe ev name hiştibû: “Ez daxwaz dikim ku gelê Tirkiyeyê ji esaretiya şer rizgar bibe û her wiha ez cîhaneke bê xwîn dixwazim. Ez dixwazim ku her kes wekî min cîhaneke xweşik daxwaz bike. Ez bi çalakiya xwe dixwazim bibim dengê aştiyê. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin û xwîn tenê bi xwe re xwînê tîne. Nêrînên MHP’ê û Kemalîzmê wek hevin û cudabûnek di navbera van de nîne. Ji bo gelê kurd sînor ne ev qas girîng e û her wiha dewletbûn jî ne ev qas girîng e. Ji ber ku civakek û dewletek heye. Hebûna civakê girêdayî ziman, çand û dîrokê ye û bi van tişan heye. Me sînorê xwe bi çand, bi dîrok û bi zimanê xwe xêz kiriye. Em xwişk û birayê hevin. Lê mafê me nîne. Çend bibêjin pirsgirêka kurd nîne jî gelê kurd bi hêzeke xurt dê mafê xwe biparêzin û bidestbixin. Ligel hemû zehmetiyan 36 parlamenter hate bijartin, lê parlamenteriyeke hate xistin. Dengê me bi navê qanûnan hate bêndengkirin. Em bêhiqûqiyeke wisa tu carî qebûl nakin. Hatîp Dîcle û parlamenterên din ên girtî rûmeta me ye.    Hikûmeta AKP’ê wisa xwe bawere ku me bixapine. Mijar tenê bi kurdî axaftin û dîlan girtin nîne, em statûyê dixwazin. Em dixwazin êdî xwe bi xwe birêvebibin û mafê xwe dixwazin. Em dixwazin ku hebûna xwe bi hebûna tevgera PKK’ê ve bidin qebûlkirin. Divê ev tişt wisa bê zanîn. Gotinên wekî tevgera PKK’ê îmha û tasfiye bikin, tenê xizmetê dide domandina şerê qirêj a 30 salên din. Ez û yên ku piştî min bê tu carî wî tiştî qebûl nekin. 70 sal jî derbas bibe dê dîsa serhildan pêk bên. Ji ber wê jî ev şer feydeyê nade. Ez ne cudakar û ne jî terorîstim ez kurd im. Ez bi dirûşma ‘Azadî’ ye mezin bûm û dê bi wê dirûşmê heta dawiyê bijîm. Li Kurdistanê şereke qirêj heye. Kesên ku zarokên gelê kurd mehkumê mirinê dikin, hêvî dikim ku rojek zarokên tirk jî mehkumê mirenê bibin. Bi navê cudakariyê gelê tirk tên tirsandin û di nav civaka tirkiyeyê de împaratoriyeke tirsê tê afirandin. AKP û MHP vê tiştî bikartîne. Divê gelê Tirkiyeyê kurdan baş fêm bike ku çima gelê kurd berê xwe da çiyê. Divê neyê ji birkirin ku gelê kurd ne wekî gelê Dêrsimê ye û tu carî dîroka xwe ji birnake. Gele kurd bi nirx û rumeta xwe heye û bi vî jî dijî. Gele kurd ji Bedixanan, Şêx Seîdan heya Seyît Rizayê te û ev berxwedan hemû nifşan re tê vegotin. Min dixwast gelek tiştan binivîsinim. Lê êdî dem dema yekbûnê û hebûne ye. Gelê kurd û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, Serok Apo, malbatên ku zarokên xwe di şer de windakirine, dayik û bav, gerîla û bi taybetî gelê Amed û Colemergê silav dikim. Hêvî dikim ku ev roj bibe roja aştî û azadiya Serok Apo.”    UGUR ŞAKAR   Welatiyê bi navê Ugur Şakar jî di 20’ê Sibata 2019’an de li bajarê Krefeld ê Almanyayê çalakî li dar xist û di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Şakar, di peyama xwe de wiha digot: “Rêhevalên hêja! Ez tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikim û ez rêhevalên xwe yên çalakger silav dikim, ên ku bi qasî li oxira wê bimirin, ji jiyanê hez dikin. Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe didin. Ez bawer im li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê Kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin pêk bînim. Ez welatên Ewropayê yên ku qaşo dergûşa demokrasiyê ne jî, protesto dikim. Ez modernîteya kapîtalîst jî protesto dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya CPT’ê digirin. Ez tundiya polîsên Almanyayê û zextên li ser kurdan nalet dikim. Ji dêvila ku em ê wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin. Em ê bi ser bikevin. Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xeleq ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq. Bê Serok jiyan nabe. Bijî Serok Apo.”   AYTEN BEÇET   Ayten Beçet ku di 23’yê Adara 2019’an de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî herî dawî wiha gotibû: “Di demekê de ku min hewl dida bersiveke rast ji bo pêvajoyê bibînim, hevalê Zulkuf Gezen 17'ê Adara 2019'an nîşanî min da ku mirov çawa dikare bi rengekî rast bersivê bidin pêvajoyê û dema mirovek bixwaze azad bibe û tecrîdê bi dawî bike tiştek li ber nikare bibe asteng. Bi soza ku min da Rêbertî ez tev li vê pêngavê bûm. Di şexsê xwe de min gelê kurd, gelê Botanê û metropolan hîn bi xurtî û zanebûn tev li vê pêngavê kir. Di şexsê hevalê Zulkuf de divê ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo gavekê biavêjim cara yekê ye ku xwe bi vî rengî azad dibînim. Bi mejî û dilê xwe, bi coşa xwegihandina Rêbertî, bi jiyaneke watedar û bi rûmet, pê bawerim ku wê berxwedana fermandar hevalê Zulkuf Gezen ji me re hiştî bê mezinkirin û bersiv ji pêvajoyê re bê dayin. Bijî berxwedana zindanan. Bimire komploya navneteweyî û tecrîd.”   BUBO TAŞ   Bubo Taş ku di 13’ê Çileya 2023’yan de li Artûklû ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir ev peyam parve kir: “Weke ku Mûsa (Anter) jî gotiye, ez hem şahidê vê dozê û hem jî bersûcê wê me. Her çende ku bi qasî yê wî nebe jî, emrê min bi vê dozê derbas bû. Ez ê tecrîda li Îmraliyê protesto bikim. Ez canê xwe di vê rêyê de feda dikim. Ez canê xwe ji bo serokê Kurdistanê feda dikim. Banga min ji bo gelê kurd e. Hev bigirin. Ji bilî vê feydeya tu tiştekî din bo me nîne.”    MEHMET AKAR   Ciwanê bi navê Mehmet Akar jî di 16’ê Çileya 2023’yan de li navçeya Sûr a Amedê xwe şewitand û ev name li pey xwe hişt: “Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku tu hêcetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21’an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Bijî Serok Apo.”   MA / Berîvan Kutlu