Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin 2023-02-04 09:36:22 WAN -  Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku tevî zaman jî pirsgirêka dermanan didome û wiha got: “Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Pergal êdî bi vî rengî nameşe.”   Pirsgirêka peydakirina dermanan zêde dibe. Tevî ku di meha sibatê de ji sedî 37’an zam hate kirin jî li dermanxaneyan gelek derman nayên peydakirin. Nexweşên ku ji ber vê rewşê gelek zêde mexdûr dibin, neçar dimînin dermanxane dermanxane bigerin. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Hayrûllah Fîkret Baransel, anî ziman ku bi taybetî di peydakirina dermanên zarokan de pirsgirêkên cidî hene.   JI 4 DERMANAN YEK NÎNE    Baransel, bi lêv kir ku dermanfiroş jî bi pirsgirêka dermanan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Mixabin li bazara dermanan a li Tirkiyeyê bi ser ji sedî 25’an zêdetir derman nayên peydakirin. Berê dema ev derman nedihatin peydakirin me hin komên din ên dermanan didan. Lê belê ev pêvajoya em tê de derbas dibin peydakirina dermanan di asteke gelekî giran de ye û mixabin di her komeke dermanan de pirsgirêkên me hene. Em gelek dermanan, bi taybetî şirûbên pediatrik, antibiyotîkên ji bo zarokan tên bikaranîn, agirbir, tansiyon û gelek dermanên ji bo mezinan tên bikaranîn nikarin peyda bikin. Ji sedî 25 kêmbûna dermanan tê wateya xelaya dermanan. Di hin komên cîhanê de kêmasiya dermanan heye lê ya me gelekî taybet e. Tenduristî ji ber kêmbûna dermanan nikare xizmeta xwe bidomîne.”   ‘EV PERGAL NAYÊN MEŞANDIN’   Baransel, da zanîn ku bi taybetî dermanxaneyên bi şev nobedar in ji ber nikarin dermanan peyda bikin pirsgirêkên cidî dijîn û wiha berdewam kir: “Welatiyekî me ji bo dermanekî bikire 7 an jî 8 dermanxaneyên nobedar digere. Dema li tu dermanxaneyan derman peyda nekir pirsgirêkeke gelek cuda derdikeve holê. Ev rewş hem ji bo nexweş hem ji bo bijîşk hem jî ji bo nexweşxaneyan dibe pirsgirêk. Elbet dema derman dibîne jî vê carê têkildarî kirîna derman pirsgirêk dijî. Zameke din ji dermanan re hat. Bihayê referansê yê ku em jê ra dibêjin cudahîya buhayê jî, lê zêde bû. Bi dermanên ku demekî dirêje nayên peydakirin re ferqa buhayan gihişt asteke gelek mezin. Ev ferqa bihayê mafê xwe gihandina dermanan ê mirovan ji destê wan digire. Ev pergal êdî bi vî şiklî nikare bimeşe û em vê bi rehetî dibînin. Mînak dema nexweş dermanan peyda nakin an jî dema bi biha dibînin bertekê nîşanî me didin. Sonda me ya ku em tenduristiyê bigihînin nexweşan heye. Em di navbera sonda xwe û şiyana me ya birêvebirina karê xwe da asê mane. Heke hûn derman nedin nabe, hûn bidin jî ji ber bihaye bertek digirin.”   WELATÎ NIKARE DERMAN BIKIRE   Emîr Çagan ê xwest dermanan bikire jî gazina bihayên zêde kir. Çagan, diyar kir ku bi taybetî ji ber peydakirina dermanên zarokan pirsgirêk dijîn û wiha got: “Beriya niha şirûb û dermanên zarokan erzan bûn. Lê niha em nikarin şirûbekê 60 70 lîreyan bikirin. Dema em tên dermanxaneyê her carê bi ser 200 lîreyî pere didin. Ji bo mirovên weke me yên ji bo mûçeyê kêmtirîn dixebitin, rewşeke gelekî zehmet e. Em di kirîna dermanan de zehmetiyê dikişinin û nikarin dermanan bistînin.”