‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’ 2023-02-04 10:36:08   RIHA -  Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Navena Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî derbarê êrişên DAIŞ’ê de diyar kir ku Tirkiye, Îran, Rûsya û Sûriye ji bo berjewendiyên xwe DAIŞ’e bikar tînin û got: “Hemû plan û projeyên van hêzan li dijî destkeftiyên kurdan û herêmê ne.”   Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Navenda Lêkolînan a Herêma Firatê Welîd Çolî tekildarî zêdebûna êriş û tevgerên DAIŞ’ê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANHA) ye re axivî û diyar kir ku di van êriş û tevgeran de rola hezên dervayî heye.     Welîd Çolî hewldanên çeteyan yên li Kampa Holê, gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî mînak nîşan dan û da zanîn ku bi taybet li Kampa Holê malbatên çeteyan hewl da xwe ji nû ve rêxistin bikin, zarokan perwerde bikin.   BANDORA HÊZÊN DERVE   Çolî diyar kir ku hêzên herêmî û derve jî di mijara zêdebûna tevgera DAIŞ’ê de xwedî rol in û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo berjewendiyên xwe wekî kartek siyasî bi kar tînin. Bi taybet dewleta tirk ji 2014’an ve bi vê rêbazê dixwaze planên xwe pêk bîne. Her wiha bi awayekî eşkere û veşartî li ser çeteyan bazar tên kirin; hevdîtin û hewldanên di navbera Tirkiye-Rûsya, Tirkiye-Sûriye û Tirkiye-Îran-Rûsya de bi vê armancê tên meşandin. Hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê li gorî berjewendiyên wan in. Rûsya dixwaze DAIŞ`ê li dijî Koalîsyona Navneteweyî bi kar bîne û bêje ‘koalîsyon nikare pirsgirêka DAIŞ’ê çareser bike, li herêmê pêwîstî bi hebûna koalîsyonê nîn e’. Bi vê yekê peyamê dide Amerîka û hevalbendên wê.”   ‘HEMÛ PLAN LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN IN’    Çolî destnîşan kir ku hemû plan û projeyên van hêzan li dijî destkeftiyên kurdan û herêmê ne û wiha got: “Hikûmeta Şamê jî bi vê mebestê hewl dide li gel Tirkiyeyê tîfaqan bi pêş bixe. Çolî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze di rewşeke wiha de aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerab bike û DAIŞ`ê ji xwe re bike eniya pêş. Rûsya û Îran jî dixwazin pêwendiyên bi Tirkiyeyê re xurt bikin û bi vê yekê hêzên Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ji herêmê derxin.”