Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e 2023-02-04 13:35:29   STENBOL - Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axaftina destpêkê ya Konferansa Komara Demokratîk kirin û îşaretî siyaseta avakar ku welatek demokratîk pêk bîne kirin û gotin: “Em statûko û restorasyonê naxwazin, lê em dibêjin vexwendina ji bo jiyana nû, dê bibe nexşerêya siyaseta avakar.”    Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyek çawa” bên kirin li Stenbolê tê organîzekirin, dest pê kir. Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê tê lidarxistin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyaestmedar, akademîsyen, rojnamevan û gelek kes beşdar bûn. Konferasê bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dest pê kir.    'ARMANC KOMARA DEMORKATÎK E’    Mîthat Sancar diyar kir ku ew di pêvajoyek krîtîk re derbas dibin û krîzek mezin li ser beşek mezin a civakê heye. Sancar anî ziman ku ji bo ew çaresereyek peyda bikin û li kêleka hev bimeşin vê konferansê li dar dixin û hedefa wan ew e di sedsala nû ya komarê de demokrasiyê û azadiyê bînin û li rêya vê yekê digerin.    Sancar anî ziman ku armanca vê Konferansa Komara Demokratîk ew e ku bi hev re bimeşin, bi hev re hilberînin û bi hev re bi ser bikevin û got: “Armanca me ew e ku em komarek demokratîk, welatek azad, hemwelatiyek wekhev, peymana jiyana bi hev re û peymana civakî ava bikin.”    TÊGEHA KOMARÊ   Sancar di berdewamiyê de wiha axivî:    “Ez ê qala dîroka komarê nekim. Îro wê gelek mirovên qedirnas, axaftin û zanyariyên xwe bi me re parve bikin. Destkeftiyên girîng ên têgihîna komarê hene. Meşrûiyet û helbet wekheviya civakî bingehînin. Dema mirov dibêje komar ev her du peyv girîng in.    FERASETA YEKPEREST    Me sedsalê vê komarê dîtin. Îşaretên girîng da me. Destpêkirina konferansê dê bibe muhasebeya sedsalê. A esas ew e ku welatîbûn li ser bingeha wekheviyê were rûniştandin û rewabûn jî dewrî civakê bê kirin. Halbûkî ev li cem me her tim berovajî hatiye kirin. Em nikarin bêjin hemû çand, nasname, ziman û netew di sedsalê de azad bûn. Çimkî mafê hemwelatîbûna azad nîne. Mixabin ku ji destpêka avakirina komarê ve heta roja me ya îro feraseta yekperest her tim serwer bûye. Civaka azad dûrî feraseta şexsê xweser maye. Hin tişt belkî qewimîn lê ev zîhniyet heta vê kêliyê jî didome.    TIRIYEYÊ SEDSAL WINDA KIR    Helbet ji moderniya otorîteriyê ber bi moderniya demokratîk ve hin hewldan çêbûn. Belkî di destpêka avakirina komarê de jî bû lê meriv tenê behsa Qanûna Bingehîn a sala 1920’an bike têrê dike. Lê ev jî wek kevanekê maye. Ji destpêka komarê ve pirsgirêka kurd li vî welatî heye û her tim bi siyaeta înkarê û tunekirinê re rûbirû maye. Nêzîkatiya yekperest sedsalî bi Tirkiyeyê da windakirin.    HEVRÛBÛNA PIRSGIRÊKÊN BINGEHÎN    Divê em bi her awayî rêya diçe demokrasiyê vekin. Divê em komar û demokrasiyê bînin ba hev. Lazim e têkiliyê di navberê de çêkin û bicih bikin. Divê em li ser van esasan bi pirsgirêkên xwe yên bingehîn re rûbirû bibin. Pêwîste em welatek demokratîk û azad çêkin ku her kes dikaribe lê bijî. Dilê her kesî ji bo welatek demokratîk û azad lê dide û her kes viya armanc dike.    DIVÊ EM SIYASETÊ AZAD BIKIN    Niha pêdiviya me bi siyaseta azad heye. Divê em li Tirkiyeyê êdî siyasetê azad bikin. Divê em kesane bikin kirdeya civakê û hemû cudahiyên civakê wekhev bikin û ji bo jiyana bi hev re hewldanan bikin. Heke wisa bibe wê aştiyek mezin pêk were. Em dikarin aştiyek mezin û mayînde bi vî awayî li welat saz bikin. Pêwîste em aştiya civakî bi beşên mezin ên civakê re saz bikin û peymana civakî ava bikin.    HEVRÛBÛNA ÊŞ Û KULAN    Em neçarin di vê sedsalê de bi êş û kulên me kişandine re hevrû bibin. Çimkî em di vê mijarê hevrûbûnê de mecbûr in. Niha em bi avakirina jiyanek bi hev re, ji bo destpêkek nû ku ber bi komara demokratîk ve biçe wezîfedar in û em neçarin bi vê re rûbirû bibin. Heke em vê çerxa bêsûd neşikînin, em bi kodên kevn di navbera hewldanên restorasyonê de tengav bibin.    RIZGARIYA AZADIYA DEMOKRATÎK    Em dibêjin ne rejîma heyî û ne jî restorasyon dibe sedema rizgariyê. Em dibêjin tekane rêya ji vê çerxê destpêkirinek azadî ya demokratîk e. Ji bo vê jî hewcedariya me hemûyan bi hêzek hevpar a bi hev re, bi hev re biafîne û hilberîne û bimeşe heye. Divê em yekitiya demokrasiyê ya mezin ava bikin û heke ev pêk were wê girseyek mezin a civaka demokrat derxe holê. Lazim e em rejîma heyî têk bibin û bi ser bikevin. Em ê dest ji armanca rejîmek nû ya demokratîk bernedin. Heke em bibin yek em ê bi ser bikevin û komarek demokratîk ava bikin.    BÛLDAN: EV DESTPÊK E   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdaran bi kurdî û tirkî silav kir û wiha axivî:    “Em ê li konferansê bi nîqaşên hêja ku wê du rojan bidomin, rêbazên anîna ba hev a Komarê û demokrasiyê biaxivin, nîqaş bikin û bi fikrên hevpar werin ba hev. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan, konferansê weke destpêkek nû digrin dest. Em ê di pêvajoya li pêş de, konferansên Komara Demokratîk bi beşdariyên hîn berfirehtir û hevdîtinên temayî, bidomînin. Encamên konferansê wê ji bo xebatên me yên piştî vê jî bibe çirûskek girîng û em ê li pey şopa vê ronahiyê bimeşin.”   BIHEVREBÛNA KOMARA DEMOKRATÎK   Di pêvajoyek a ku şer, mêtingerî, xizanî, krîzên civakî li ser hev diqewimin de, ji bo em bi hev re ji krîzan rizgar bibin em di pêvajoyek wisan de derbas dibin ku em têkoşîna demokrastî, aştî û edaletê hîn geştir dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em bi beşên civakî yên çewisandî re, ‘Bihevrebûna Komara Demokratîk’ ava bikin û di heman demê xeta têkoşînê ya HDP’ê ye.   SEDEMÊ HEMÛ ŞKESTINAN YEKPARÊZÎ YE   Em weke civak û gelên Tirkiyeyê di krîzên gelek mezin dijîn ku sîstema otorîter ava kiriye. Hegemonyaya yekparêziyê hewl dide ku hişmendiyek wisan ava bike ku hemû Kurd, Elewî, Ermenî, bawerî, nasname, çand, ziman, reng, jin, ciwan û kedkaran ji hev cûda bike û sedemê hemû şkestinên dîrokî û siyasî yekparêzî ye.    MIFTEYA ÇARESERIYÊ KOMARA DEMOKRATÎK E   Di sedsala 2’emîn a Komarê de, anîna ba hev a demokrasî û komarê weke neçariyek dîrokî li pêş her kesê ye. Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên Komara Demokratîk e. Mijar ne ew e ku siyaset bi ser bikeve mijar ew e ku ji bo 85 milyon mirovên ku dixwazin li welatek wekhev û azad bijîn, pêvajoyek a demokrasiyê qezenc kirine. Ev pêvajo wê teqez destpê bike.   NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Li vî welatî neçareseriya pirsgirêka Kurd, yek ji astengiyên herî mezin li ber hatina ba hev a komar û demokrasiyê ye. Pirsgirêka Kurd derizîna herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye. Eger em vê derizê bibînin, wê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd şansek çêbibe. Welatek û komarek encex bi azadî û wekheviya jinê dikare bigihije ast û cewherek demokrastîk.   PEYMANEK NÛ YA CIVAKÎ   Wekhevî û azadiya baweriyên kevnar ên li ser vê xakê, wê ji bo rêya çûyîna komara demokratîk, bibe gavek girîng. Ev vê avakirinê encex dikarin bi peymanek civakî ya li ser esasê heq û wekheviyê, ava bikin. Divê ji 7’ê heta 70’ê her kes xwe birêxistin bike û tevlêkariyê li Komara Demokratîk bike. Di dema ketina sedsala 2’emîn a Komarê de, ruhê dem û avakerê siyasetê bang li me dike.   EM Ê BI HEV RE BISERBIKEVIN   Em bê bibin xwediyê dema nû. Wê bibe gelên Tirkiyeyê. Bila guman û fikara ti kesê li vê yekê nebe. Em ê bi hev re biserbikevin. Îro li vir, tevlêkarî, semînerên ku hûn bibin, ji bo diyarkirina pêşeroja konferansa me girîng e.”   Piştî axaftina destpêkê, konferans bi sernavê “Komar: Muhasebeya Sedsalê” bi rûniştina yekemîn dewam dike.