Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin 2023-02-04 14:51:58   ŞIRNEX - Şîna Evîn Encu ku li gundê Roboskê hate danîn tevî barîna berfê jî bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin.    Di şerê 22’yê çileyê de li herêma Bestaya Şirnexê derketibû de 6 endamên YJA Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan jî Evîn Encu ya ji gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebanê bû. Cenazeyê Encu di 1’ê sibatê de ji aliyê malbata wê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ve hate wergirtin û li gundê Roboskê hate veşartin.    Şîna ku ji bo Encu li gund hate danîn tevî barîna berfê jî ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Îro jî tevî barîna berfê jî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş tevî bi sedan kesan serdana şîna Encu kirin û ji malbata wê re sersaxî xwestin.    Girseya ku serdana şîna Encu kir, li qada gund ji aliyê ferdên malbatê ve hatin pêşwazîkirin, dû re jî derbasî mala Malbata Encu bûn. Nûran Îmîr li vir axaftineke kurt kir û got sekna gelê Botanê sekneke dîrokî ye. Îmîr, anî ziman ku sekna gelê Botanê wê vê meşandina vê pêvajoya şer diyar bike û wiha got: “Em weke eşîret, malbat, ciwan, pîr, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ser vê axê şer naxwazin.”