Amed bi berfê xemilî 2023-02-04 15:55:49 AMED - Li Amedê ji serê sibehê ve berf lê dike û her dever bi rengê berfê xemiliye.    Li bajarê bakurê Kurdistanê Amedê ji serê sibehê ve berf lê dike. Barîna berfê berdewam dike û bajêr veguriye rengê spî. Zarok beziyan nava berfê û kêfxweşiya xwe nîşan dan. Li ser kel û bircên Amedê jî dîmenên xweşik çêbûn. Li navçeya Sûrê welatî derketin ser sûran û li cihê dîrokî geriyan û wêne û dîmen kişandin. Dikandaran jî ber deriyên xwe ji berfê paqij kirin.    RÊYA AMED-RIHA HAT GIRTIN   Ji ber barîna zêde ya berfê kuçe, cade û rêyên navbjaran jî hatin girtin. Rêya bejahiyê ya navbera Amed û Rihayê li çûnehatê hat girtin. Tîmên paqijkirina rê yên Midûryeta Rêyên Bejahiyê dest bi xebata paqijkirina rê kirin.