Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e 2023-02-04 16:39:45   ÊLIH - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca diyar kir ku beşdariyek xurt a Meşa Gemlîkê girîng e û banga beşdariyê li xelkê kir.    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Êlihê li Eywana Konferansê ya Sendîkaya Petrol Îşê ya Şaxa Êlihê civîna bi sernavê “Siyaseta Rêya 3’yemîn û Stratejiya Hilbijartinê” civîn li dar xist. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk, rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tev li civînê bûn.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna gelê kurd û HDP jî ji xetek berxwedêr a têkoşînek dûrûdirêj tê. Ûca anî ziman ku HDP alternatîfa herî xurt a Tirkiyeyê ye û xwedî pozîsyonek girîng e û got: “Heke em bi awayek xurt ji pêvajoyê pêşiya xwe re bibin bersiv, dê ji niha şûn ve kes nikaribe kurdan tev li hesabên xwe neke û dê nikaribe bê kurdan siyasetê bike.”    MEŞA GEMLÎKÊ   Ûca destnîşan kir ku Meşa Gemlikê ya dê di 6’ê sibatê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê bike girîng e û wiha got: “Beşdariya meşê jibo girîng e. Çimkî salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê nêz dibe. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin. Du sal in em xeberê jê nagirin. Heta ku deriyên Îmraliyê venebin, dê ne krîz û ne jî şer biqede. Birêz ocalan berê gotibû ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim. Lê îktidarê bi şer bersiv da û şer û krîzan tercîh kir. Ji bo çareseriyê ne hewce ye em pir biçin cihên dûr. Çareserî li Îmraliyê ye. Beşdariyek xurt a bo Meşa Gemlîkê gelek girîng e. Em her kesî vedixwînin meşê.”    Paşê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.