Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan 2023-02-05 09:01:40   RIHA - Hevserokê OHD yê Şaxa Rihayê û parêzerê malbata Şenyaşar Îbrahîm Halîl Oyke der barê yekkirina dosyeyên malbata Şenyaşar de anî ziman ku daxwaza wan ji destpêke ve ev bûye û got: “Bi vê yekê darizandin wê ji nû ve destpê bike. Fadil 5 sal in girtiyê, êdî ragirtina wî dema maqûl derbas kir. Ji ber vê yekê divê Fadil Şenyaşar bê berdan.”   Der barê doza malbata Şenyaşarê de ku di 14’ê Hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî wan komkujiyek pêk anîbûn biryara yekkirina dosyeyan hat dayin.  Komkujiya ku li dijî malbatê pêk hatibû li dikanê dest pê kiribû û Adil Şenyaşar di dikanê de hatibû qetilkirin û paşê bav Hecî Esvet û lawê wî Celal Şenyaşar jî li nexweşxaneyê hatibûn qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ku der barê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin dosyeya komkujiye wekî dosyeya "nexweşxane û "dikanê" kiribûn du dosya. Di çarçoveya dosyeya dikanê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza jatibû birîn. Biryara ku di 2’yê Nîsana 2021’ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hatibû dayin di 9’ê Kanûna 2021’ê de ji aliyê Dadgeha Edliye ya Dîlokê ve hatibû xerakirin.    Dosyeya "nexweşxane"yê ku der barê doza qetilkirina malbata Şenyaşar de hatibû destpêkirin jî piştî 4 sal û 4 mehan hat betalkirin û yekemîn danaşîna dosyeyê di 17’ê Çileyê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Meletiyê hat lidarxistin. Parêzerên malbata Şenyaşar jî di dadgehê de daxwaz kirin ku dosyeya "nexweşxane"yê û ya "dikanê" bikin yek dosye. Dadgeha Cezayê Giran di 1’ê Sibatê de biryar da ku her du dosyeyan bikin yek. Bi vê yekê re dê êdî darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê were lidarxistin.    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Şaxa Rihayê û parêzerê Malbata Şenyaşar Îbrahîm Halîl Oyke têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.   ‘JI BO PARASTINA MALBATA YILDIZ DOSYE JI HEV CUDA KIRIN’   Îbrahîm Halîl Oyke anî ziman ku sedema jihevcudakirina dosyeyan ji bo parastina malbata Yildiz bûye û wiha got: “Jixwe dadgeh jî di wê ferqê de bû. Lê ji ber ku lêpirsîneke bi bandor û darizandineke rasteqîn tune bû ew dosye ji hev cuda kirin. Ji bo parastina malbata Yildiz ew biryar hat dayin. Ji bo berjewendiyên malbata Yildiz ev dosya ji hev cuda kirin. Di vê pevajoyê de gelek delîl jî hatin dizîn û tunekirin. Ji bo dizîna delîllan jî lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin.”   ‘DARIZANDIN DÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKE’   Oyke der barê yekkirina dosyeya nexweşxane û dikanê de bi lêv kir ku wan ji destpêke ve ew yek daxwaz kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku me tekiliya her dû bûyeran, ya nexweşxane û ya dikanê bi lêv kiribû jî dosye ji hev cuda kirin û pişt re jî bi awayekî demildest lêpirsîna dosyeya dikanê bi dawî kirin û îdanameya wê amadekirin. Lêpirsîna dosyeya nexweşxaneyê jî ev 5 sal in berdewam dike û ji ber ku biryara nepen li ser heye em jî nikarin li dosyeyê binêrin. Lê gumanbar dikaribûn xwe bigihînin dosyeyê. Ev jî newekheviya di navbera her du aliyan de nîşan dide. Îdianameya dosyeya nexweşxaneyê çend meh berê amad kiribûn û dosye şandibûn Meletiyê. Me jî di rûniştina dadgehê ya yekemîn de daxwaz kiribû ku dosyeyan bikin yek. Dadgehê jî biryar da ku dosyeya nexweşxaneyê ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran û  ya dikanê ya lı 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran bibe yek dosye. Jı ber  dosyeya dikanê ku li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran de bû hatibû xerakirin. Ji ber wê jî darizandin dê ji nû ve destpê bike. Jixwe ya pewîst yekkirina dosyeyan bû, êdî tişekî ku bikin bihane nemaye, ji ber wê jî her dû dosya kirin yek dosye. Yanî ne ji ber bila lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û faîl bên darizandin ew biryar hat dayin.”   ‘DIVÊ FADIL ŞENYAŞAR BÊ BERDAN’   Di dawiya axaftina xwe de Oyke destnîşan kir ku cezayên li Fadil Şenyaşar hatibûn birîn ji aliye Îstînafê ve hatiye xerakirin û ev tişt gotın: “Tu mafê dadgehê tune ye ku li hemberî biryara Îstînafê bisekine. Bi yekbûna dosyeyê dê darizandineke nû bê li darxistin û biryareke nû bê dayin. Fadil 5 sal in girtiye, êdî ragirtina wî dema maqûl derbas kir. Ji ber vê yekê divê Fadil Şenyaşar bê berdan.”   MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin