Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye 2023-02-05 09:12:22 MÊRDÎN - Qoser li benda meşvanên xwe ye ku dê bi dirûşmeya "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemmlîkê ve bimeşin. Siyasetmedarên li bajêr gotin ku ew ê bi vê meşê tecrîdê bişikînin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6'ê Sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan pêk bê. Milek ji Gevera Colemêrgê û milek jî ji Qosera Mêrdînê dê pêk bê.    Amadekariyên milê meşê ya li Qoserê temam bûn. Li Qoserê ku li benda meşvanên Gemlîkê ye, meşvan dê di têketina navçeyê de bên pêşwazîkirin. Paşê girse dê biçe Qada Azadiyê. Piştî daxuyaniya li vir, meşvan dê bi esnaf û welatiyan re kom bibin û bi dû re berê xwe bidin Nisêbîn û ji wir jî navçeya Cizîr a Şirnexê. Bi vî awayî dê roja ewil a meşê temam bibe. Piştî vê jî meşvan dê ber bi Sêrt û Êlihê û ji wir jî ber bi Amedê ve meşa xwe bidomînin û bi şandeya ku ji Geverê tê re bibin yek.    AMADEKARÎ TEMAM IN   Hevserokê DBP'a Mêrdînê Şerafettîn Aslan da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan îro ro li tevahiya girtîgehan belav bûye û got ku dê ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve bimeşin. Aslan dîsa da zanîn ku li Mêrdînê amadekariyê meşê temam kirine û got: "Ji bo çareserkirina meseleya kurdî û bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, çi dibe bila bibe, çi dikin bila bikin em ê vê meşa xwe bi awayekî serkeftî li dar bixin. Banga me ji bo gel me jî, tevlî vê meşê bibin. Me haziriyên xwe û hevdîtinên xwe kirine. Em li benda gelê xwe ne."    ÇARE OCALAN E   Aslan bal kişand ser Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Ocalan jî û got ku ev komplo li dijî gelê kurd e. Aslan bilêv kir ku çawa komplo hatiye pûçkirin, bi heman awayî ji bo pûçkirina tecrîdê jî têdikoşin û got ku vê meşê ji ber vê li dar dixin. Aslan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî hevdîtina bi Ocalan re bivênevê ye û got: "Divê parêzerên û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Divê dengê wî bigihê gelê kurd. Ger dilê dewletê û çareserkirina vê pirsgirêkê hebe, rêbaza vê yekê birêz Ocalan e. Ger hevdîtin bi birêz Ocalan re neyên kirin û rê li ber birêz Ocalan neyê vekirin dê dawî li vê pirsgirêkê neyê. Ji lew re çareserkirina pirsgirêka kurdî bi Ocalan ve girêdayî ye. Divê dewlet baş bi vê yekê zanibe. Lewma em ê vê meşê li dar bixin. Em bawer dikin û hêvî dikin ku em ê bi vê meşê tecrîda li ser birêz Ocalan bişikînin."    ‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'   Hevserokê HDP'a Qoserê Mehmet Fatîh Ozturk jî da zanîn ku amadekariyên meşê temam kirine û got: "Em dizanin ku pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin. Rêya çareseriyê, rêya aştiyê ye. Navnîşan aştî û çareseriyê jî Îmralî ye. Heya ku tecrîda li ser birêz Ocalan neyê şikandin, ne pirsgirêka kurd ne jî krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê çareser dibe. Hem ji bo kurdan hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo gelên din navnîşana çareserkirina pirsgirêkan diyar e. Lewma em berê xwe didin Îmraliyê û dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Em bawer dikin ku dê vê meşa me tecrîdê bişikîne. Dewlet ji dêvla ku helw bide meşê asteng bike, divê fêm bike ku ev meş ji bo çi tê lidarxistin. Divê li gorî armanca vê meşê gavina bavêje û dawî li tecrîdê bîne. Me haziriyên xwe yên li Qoserê temam kirin û em ê tevî gelê xwe berê xwe bidin Îmraliyê."