Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin 2023-02-05 13:44:45       ŞIRNEX - Apro Dîrîl ku di 5’emîn danişîna doza qetilkirina Şîmonî Dîrîl de hatibû berdan, li ser îtîrazan dîsa hate girtin.    Hevjînên hev Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmonî Dîrîl (65) di 11’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Elkê ya Şirnexê winda bûn. 70 roj piştre jî cenazeyê Şîmonî Dîrîl hatibû dîtin. Têkildarî qetilkirina Şîmonî Dîrîl, li Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz bi sedemên “Bi hestên cinawirî, bi eziyat û îşkenceyê kuştî ye” û “Kuştin hatiye plankirin” doz hate vekirin.    5’emîn danişîna dozê di 3’yê sibatê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Bersûcê girtî Apro Dîrîl, bi şertê hefsa malê hatibû berdan. Li ser vê yekê parêzerên Şîmonî Dîrîl îtîraz kirin.    2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê, derheqê Apro Dîrîl de biryara girtinê dda. Li ser vê yekê Dîrîl dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.