Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin 2023-02-05 14:24:58   WAN - Di encama gulebarana leşkerên Îranê de 2 kolber bi giranî birîndar bûn.    Leşkerên rejîma Îranê gule li kolberan reşandin. Di encama gulebaranê de kolberên bi navên Kavan û Sîvan bi giranî birîndar bûn. Hat zanîn ku her du kolber rakirine nexweşxaneyê û xetereya li ser jiyana wan didome.