HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû 2023-02-05 16:45:00   ŞIRNEX - Şandeyeke HDP’ê çû serdana malbata Yildiz Ozdemîr ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji hêla xebatkarên deriyê sînor ve hatibû derbkirin.   Di 31’ê çileyê de xebatkarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê, jina bi navê Yildiz Ozdemîr derb kiribûn. Dîmenên kêliyên êrişê li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Piştî belavbûna dîmenan, walîtiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên êrişkar ji peywirê hatine dûrxistin. Şandeyeke ku ji aktîvîstên TJA’yê, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş û Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan pêk dihat, çûn serdana malbata Ozdemîr.    Di serdanê de Yildiz Ozdemîr ji ewilî qala wan kêliyên êrişê kir û ev tişt anî ziman: “Seat derdora 11’an ji bo ziyaretekî em li ber deriyê sînor bûn. Tiştê me di lêgerînê derbas kirin. Piştre jî ez derb kirin. Piştre heqeret li me kir. Piştre hevjînê min hat û bertek nîşan da û got,’ Çi heywan nayên vê derê em misilmanin.’ Bi vê gotinê re bi hev re êrişî me kirin. Min xwest ku xwe biparêzim lê min nekarî. Ciwanek li wir bû wî ew kelî kişandin. Ev jî bû rojev. Di rewşên wiha de divê ku mirov tundiya wan bikişîne. Beriya min jî jinek rastî heman tundiyê hat û ser hişê xwe çû. Divê rê li ber vê tundiyê were girtin.”    Şandeya HDP’ê peyama piştevaniyê da malbatê û piştre jî çû.