Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir 2023-02-05 16:55:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Almanyayê bi pêşengtiya ciwanan meş hate destpêkirin.    Starta çalakiyên bi boneya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarên Ewropayê dest pê kir. Ciwanên ku li Almanyayê hatin ba hev, meşa ji bo 6 rojan dan destpêkirin. Meş, li bajarê Heilbronnê bi dirûşma “Di sala serkeftinê ya 2023’yan de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” hate destpêkirin. Ji welatên Avusturya, Ingilistan, Fransa, Hollanda û Almanyayê gelek ciwan tev li meşê bûn.    Ciwanan li Qada Theresienwiese a Heilbronnê kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Piştre jî Zekiye Dogan wiha got: “Weke ciwanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û vê têkoşînê bi ser bixin. Zêdetirî 20 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Em ê her tim li dijî dewleteke ewqas faşîst têbikoşin.”    ARMANC 17 KÎLOMETRE YE    Ciwanên ku pêşmalkên bi nivîsa “Ji bo Ocalan azadî” li xwe kirin, dest bi meşê kirin. Ciwan dê îro bi qasî 16-17 kîlometreyan bimeşin. Di saetên êvarê de jî dê li DKTM’a Heilbronnê bên ba hev.