Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû 2023-02-05 21:30:05   STENBOL - Konferansa Komara Demokratîk a HDP’ê ku li Stenbolê li dar xist, gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.    “Konferansa Komara Demokratîk” a ku Partiya Demokratîk  Gelan (HDP) li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê li dar xist, di roja duyemîn de berdewam kir. Di roja duyemîn de runiştina bi mijara “Siberojek çawa, komarek çawa” pêk hat û moderatoriya wê Şebnem Ogûz kir. Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Livan Orman axaftina ewil a rûniştinê li ser mijara “Ciwan çi dixwazin” kir.    Orman bi berfirehî axivî û bi gotinên Rêberê PKK’ê Abdllah Ocalan, “Sînor li pêşiya hêvî û hesretê nîne. Ji bo pêkanîna van mirov bi xwe asteng in. Tenê bila hinek rûmeta civakî û hindik evîn hebe” mijara xwe bi dawî kir.    Akademîsyen Ecehan Balta jî li ser mijara “Derfeta civaka ekolojîk” axivî. Nivîskarê ermen Pakrat Estukyan jî li ser mijara “Kêmnetew çi dixwazin?” axivî. Akademîsyen Halûk Levent jî li ser mijara sernavê “Derfetên aborî yên tevkarya demokratîk” axivî.    Konferans piştî vê rûniştinê bi dawî bû. Dê encamnameya konferansê di rojên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.