Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in 2023-02-06 05:53:09   AMED - Li Amedê ku ji ber erdhejê avahî xera bûn, gelek mirov di bin kavilên avahiyan de man.    Li Bazarcixa Mereşê bi pileta 7.8'an erdhej çêbû. Erdhejê bandor li gelek bajarên herêmê kir. Li Amedê gelek avahî xerabûn. Li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr û navçeya Rezanê ya Amedê gelek avahî hilweşiyan.    Hat hînkirin ku li her du navçeyên navendî gelek mirov di bin kavilên avahiyan de mane. Xxebatên lêgerînê û rizgarkirinê ji ber ku qels in, bûn cihê bertekan.    Ji ber ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, gel daxilî nava xebatên rizgarkirinê bûye.   Berfirehiya nûçeyê tê...