Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane 2023-02-06 06:19:07   AMED - Hat diyarkirin ku li navçeya Rezanê ya Amedê, herî kêm sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane.    Erdheja li Bazarcix a Mereşê ku bi pieya 7.8'an çêbû, bandor li gelek bajarên herêmê kir. Hat diyarkirin ku li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya navçeya Rezanê ya Amedê avahiyeke 7-8 qatî xera bûye. Tê gotin ku herî kêm sed kes di bin kavilên avahiyê de mane.    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.