‘Çareseriya pirsgirêka li girtîgehan ew e ku qanûnan bi cih bînin' 2023-02-06 09:02:08   WAN - Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku mafê jiyanê yên girtiyan ji destê wan hatiye girtin û çareserî dikare bi bicihanîna qanûnan pêk were.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Nedîm Sarisaç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan.    Sarisaç binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi bîr xist û destnîşan kir ku binpêkirina herî mezin mafê xwegihandina tenduristiyê ye. Sarisaç bi bîr xist ku di sala 2022’yan de herî kêm 75 girtiyan ji ber kêmasiya tedawiya girtiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Hinek girtiyên nexweş ji ber nexweşiya xwe piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Saziya Tiba Edlî (ATK) li dijî girtiyên nexweş xwedî helwesteke exlaqî û zanistî nîne. ATK bûye saziya desthilatdariyê. Ev yek rê li ber berdana girtiyan digire û dibe sedem ku jiyana xwe ji dest bidin."   GIŞTÎNAME Û MAFÊ JIYANÊ    Sarisaç bal kişand ser giştînameya Wezareta Dadê ya ku derbarê rewşa girtiyên nexweş de weşand û got: “Heke giştîname bikeve dewrê û li gorî tê xwestin pêk were dê encamên baş bide. Bi giştînameyê re mafê şîrovekirinê yê ATK’ê hat rakirin lê belê lê dibe ku dema ATK raporê amade bike rêjeya nexweşiyê kêm jî bide. Lewma ez wek hiqûqnasekî dikarim bêjim ku baweriya min bi vê giştînameyê nayê. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê û dozgerên ku ji aliyê îktidarê ve tên wezîfedarkirin dê li dijî qanûnên heyî di bin navê qanûnên hiqûqî de pêşî li tehiyeyan bigirin. Pirsgirêka wan bi cîbicîkirina qanûnê nîne. Çima em vê dibêjin, heke îro qanûn bihatana tetbîqkirin, li girtîgehan ewqas binpêkirina mafan nedihat qewimandin. Mafê herî mezin yê mirovan mafê jiyanê ye. Lê mixabin heta niha mafê jiyanê ji girtiyan hatiye stendin. Mafê jiyanê yên girtiyan ji destê wan hatiye girtin û çareserî dikare bi sepandina qanûnan pêk were. Em ji bo dawîanîna van binpêkirinan banga çareseriyê dikin û ji rayedaran re dibêjin qanûnan bisepînin.”