Rojnamevanê îtalî Forgia: Divê Ocalan azad bibe 2023-02-06 09:02:54   STENBOL - Rojnamevanê îtalî Enrico L. Forgia paradigmaya Abdullah Ocalan wek “rêya dawî ya ku diçe sosyalîzmê” pênase kir û got: “Em felsefeya Ocalan wek ramanek gerdûnî dibînin. Lewma em daxwaza azadiya wî dikin.”    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kom bûbûn, di 25-27’ê çile de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan pêk anîn. Endamên Delegasyonê piştî hevdîtinên pêk anîn li Stenbolê têkildarî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê diqewimin forûm li dar xist in û bandora tecrîdê nirxandin.    Rojnamevanê îtalî Enrico L. Forgia yî di şandeya li Stenbolê de cih girt, tecrîda dijwarkirî ya li serAbdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand.    'DIVÊ AZADIYA WÎ WERE MÎSOGERKIRIN’    Forgia ku di heman demê de endamê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ye jî diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan gelekî girîng e. Forgia anî ziman ku ew wek îtalyayî fikrên Ocalan girîng dibîne û got: "Ocalan ramanwerê Marksîst Antoni Gramsci û felsefeya wî ya siyasî tîne bîra me. Dema ku em berhemên Ocalan kengê dixwînin, em ramanên wî wekî rêya dawî ya sosyalîzmê dibînin. Em ne tenê Ocalan di heman demê de em felsefeya wê jî weke ramaneke gerdûnî dibînin. Di vî warî de em daxwaz dikin ku azadiya wî bê misogerkirin."   'OCALAN MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE’    Forgia da zanîn ku Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê jî kesekî girîng e û wiha axivî: "Ji ber ku Abdullah Ocalan di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd de faktorê sereke û pêşeng e. Ne tenê ji bo kurdan ji bo gelê tirk jî girîng e. Li gorî min rol û ristek wî ya pir girîng heye. Ew mifteya çareseriya li Tirkiyeyê ye. Dema ez vegerim Îtalyayê ez ê wek rojnamevekî temasên me kirine vebêjim û nûçeya wan çekim. Em dixwazin ku Parlamentoya Ewropayê zextan li ser Tirkiyeyê bike û demildest tecrîd bi dawî bibe.”    MA / Mehmet Aslan