Der barê jinên ku tundî li wan hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-02-06 09:06:25 ŞIRNEX – Derbarê jinên Botanê ku di 25’ê Mijdarê de li Cizîrê hatibûn binçavkirin û polîsan tundî li wan kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Jinan got: “Em ne ji dadgehên wan û ne jî ji lêpirsînên wan ditirsin. Em bi hêz dibin û têkoşîna xwe mezin dikin."    Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di 25'ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de gelek jin meş li dar xistin û polîsan êrişî wan kiribû û kiribûn binçavan û tundî li wan kiribûn. Derbarê jinên ku meş li dar xistin de lêpirsîn hat destpêkirin. Bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan" derbarê jinan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hevşaredarên HDP'ê yên  Silopiya, Hezex û Cizîrê jî di nav de 23 jin hatibûn binçavkirin. Ji van gelek jin bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn û rapora tundiyê jî stendibûn.    Ji van jinên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin Endam Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya Asûman Kulter in.    'EM JI DADGEHÊN WAN NATIRSIN'   Hevseroka HDP'a Silopiyayê Asûman Kulter a ku polîsan tundiyê lê kiriye û destê wê şikandibûn anî ziman ku bi van lêpirsîna ew ê dewlet nikaribe têkoşîna wan bide sekinandin û wiha axivî: "Weke ku her kes dizane 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî ye. Em îsal jî weke her sal li qadan bûn. Ji bo ku tundiya li ser jinan bisekine em li kolanan bûn. Wê rojê weke jinên HDP’ê me xwest em li Cizîrê werin cem hev û dengê xwe bidin bihîstin. Lê em ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan tundiyê li me kir. Zilm li me kirin û li me dan. Milê min şikandin. Tevî ku em hatin binçavkirin û tundî li me hat kirin jî derbarê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Em vê şermezar dikin. Em ji lêpirsîn û dadgehên wan natirsin. Heta ku dixwazin bila lêpirsîn û dozan bidin destpêkirin, em ê gavekî jî paşve neavêjin. Em ê heta dawiyê têkoşînê bidomînin û heta ku em jinan azad bikin. Ew baş dizanin ku jinên HDP'yî çiqasî bi hêz in. Ew jî dibînin ku ev têkoşîn roj bi roj çiqasî mezin dibe. Ji ber ku ji jinan ditirsin êriş dikin. Hewl didin me teslîm bigirin û me bitirsînin."    DI MEHEKÎ 3 LÊPIRSÎN DER BARÊ WÊ DE HATINE DESTPÊKIRIN    Kulter zanîn ku di nava mehekî de derheqê wê de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin û got: "Ez endama Meclisa Giştî bûm, lê min ji wezîfeyê dûr xistin. Lê min dev ji têkoşîna xwe berneda û niha jî weke hevserokat HDP’ê têdikoşim. Em ê vê têkoşînê li her derê belav bikin û bidomînin. Em ê vê ala têkoşînê bigihînin serkeftinê û teqez em ê bi ser bikevin. Di naveroka dosyeyên lêpirsînê de jî tiştek nîne. Yek ji wan van dosyeyan jî ji ber ku min behsa têkoşîna jinan kiriye, hatiyê amadekirin. Hemû lêpirsîn derbarê xebatên jinan de ne. Lê em bi vê gefa wan a darazê xurtir dibin û têkoşîna xwe mezintir dikin."    'EW TUNDIYÊ DIKE Û EM SÛCDAR DIBIN’    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî ya ku destê wê ji cih hatibû derxistin û mehekî di alçiyê de mabû jî bi lêv kir ku li ku derê tundî hebe ew ê li wir dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Roja 25'ê Mijdarê me xwest ku tundiya li ser jinan şermezar bikin, lê tundî li me hat kirin. Kî tundiyê bike em ê li dijî wan li ser pêya bin. Polîsan bêexleqî û bêrêzî li me kirin. Destê min ê çepê badan û ji cih derxistin. Heta niha jî destê min baş nebûye. Destê min seqet bûye. Ez dikim û nakim nikarim destê xwe biavêjim tiştekî. Wan heqeret li me kir û ew sûcdar bûn. Em ne ji bo şer li wir bûn. Em ji bo tundiya li ser jinan li wir bûn. Wan heqeret li me kir û neheqî li me kir û di ser de jî radibin derbarê me de lêpirsîn didin destpêkirin. Em vê qebûl nakin. Divê ku ew bihatana darizandin, lê rêya darizandinê li ber me vedikin. Em vê helwesta neheq şermezar dikin."    MA / Zeynep Dûrgût