Rêxistina HDP’a Amedê maseya krîzê ava kir 2023-02-06 11:04:56   AMED - Rêxistina HDP’a Amedê piştî erdehejê maseya krîzê ava kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo piştevaniya bi kesên di erdhejê de zirar dîtine maseya krîzê ava kir. Maseya krîzê ji bo zirarên madî û manewî jê re bên ragihandin û derbarê mirî û birîndaran agahî bên dayîn hate avakirin. Kesên dixwazin xwe bigihînin maseya krîzê dikarin van nimreyan bigerin: 05418552102 û 05418552103.