Serokê ÎHD’a Amedê: Li Girtîgeha Amedê rewşa girtiyan baş e 2023-02-06 12:43:07   AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn piştî erdhejê serdana girtîgeha Amedê kir û ragihand ku rewşa girtiyan baş e.    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn piştî rûdana erdhejê çû Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa D’yê û serdana girtiyan kir. Zeytûn piştî serdana girtiyan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û got: “Min li Girtîgeha Amedê serdana girtiyan kir. Rewşa tenduristiya girtiyan baş e. Gotin ku li girtîgehê xesar çênebûye. Girtî ji bo xizmên xwe di nava fikaran de ne. Divê ku rayedar temîn bikin ku girtî bi malbat û xizmên xwe re pêwendiyê pêk bînin.”