10 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-02-06 12:46:12   WAN - 10 kesên di 3’yê sibatê de li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di 3’yê sibatê de polîsan li Wanê bi ser gelek malan de girtin û 10 kes binçav kiribûn. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, binçavkirî sewqî dadgehê hatin kirin. Ji binçavkiriyan Burhan Koçak, Zîlan Koçak, Mesut Gul, Hamdî Ertaş û Şengul Aci piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava û Adil Aslan, Turgay Arîs, Ersîn Turgut û Nevzat Kutas jî li Dadgeriya Sizayî ya Giştî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Her 10 kes li ser îfadeyên şahidê eşkere Mehmet Oner hatibû binçavkirin.