Li Rihayê hejmara miriyan bû 20 û 100 jî birîndar hene 2023-02-06 12:56:46 RIHA - Di encama erdheja li Riha û navçeyê wê de 60 avahî hilweşiyan û cenazeyên 20 kesan ji bin xerabeyan hatin derxistin.    Erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlok bû, bandoreke mezin li ser Riha û navçeyên wê kir û gelek avahî hilweşiyan. Li navenda bajar û navçeyên wê yên Hewag, Berecûk û Pirsûsê herî kêm 60 avahî rûxiyan. Li navçeyên navendî yên Halîliye û Eyûbiyeyê herî kêm 20 avahî hilweşiyan. Heta niha ji bin xerabeyên avahiyan 20 cenaze hatine derxistin û derdora 100 birîndar jî hatin rizgarkirin.    Her wiha li navçeyên din jî herî kêm 40 avahî hiweşiyan û hat zanîn ku gelek kes di bin xerabeyên avahiyan de ma ne.    Dema xebatên lêgerînê didomiyan de avahiyeke li Taxa Bahçelîevlerê hilweşiya. Bang li gel hate kirin ku ji avahiyên xesar gihiştiye dûr bisekinin.