Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an 2023-02-07 00:12:59   AMED – Li gorî daneyên nexweşxaneyan li Amedê 49 kesan jiyana xwe ji dest daye û 562 kes jî birîndar bûne. Li Amedê ku tesîr ji erdheja Bazarcixa Mereşê girt, li gorî daneyên nexweşxaneyan 49 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 562 kes jî birîndar bûne. Li bajêr dermankirina birîndaran didome û 16 cenazeyên ji bin kavilan hatin derxistin rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û 177 kes jî tên dermankirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî 20 cenaze hene û 164 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiyê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî tên dermankirin. Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî 8 kesên dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî tên dermankirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê 100, li Nexweşxaneya Nexweşînên Zarokan a Amedê 5, li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê 9, li Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê 9 û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê jî 2 birîndar hene.   Her wiha hin birîndar jî ji nexweşxaneyan hatine tabûrcîkirin.