Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes 2023-02-07 00:21:20   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2 hezar û 316kesan. AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên bi sedema erdheja Mereşê jiyana we ji dest dayîn derket 2 hezar û 316 kesan. Her wiha destnîşan kir ku hejmara birîndaran bû 13 hezar û 293, hejmara avahiyên hilweşiyayîn bû 6 hezar û 217 û yên ku ji bin xerabeyan bi saxî hatine derxistin jî bû 7 hezar û 840 kesdan.