Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê 2023-02-07 01:30:58   ENQERE - Serokê RTÛK’ê Ebubekir Şahîn têkildarî erdhejê daxuyanî da û rojnameger wiha hedef nîşan da: “Mimkin nîne ku em weşanên manîpulatîf ji nedîtî vê bên.”  Emniyetê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku derheqê 63 kesan de kirarî dane destpêkirin. Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê têkildarî erdheja Mereş û Dîlokê daxuyanî dan. Serokê RTUK’ê Ebûbekir Şahîn li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Di peyama xwe de Şahîn rojnameger hedef nîşan da û wiha got: “Weşanger li gorî qanûnan neçarin ku li herêmên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê didomin xwe ji agahiyên di nava gel de rê li ber fikaran vedikin û dezenformasyonê dûr bigirin.” Bi domdarî Şahîn anî ziman ku parvekirinên behsa xeberê li herêmên erdhejê xebatan asteng dikin û wiha domand: “Mimkin nîne ku em van saziyên ku bi inyeteke xerab weşanan dikin jinedîtî ve bên.” Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber parvekirinên “provakatif”, derheqê 63 kesan de kirarî dane destpêkirin.