Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da 2023-02-07 02:04:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Dr. Şerîf Ayaz di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi daxuyaniyê ragihand ku Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê dema berê Dr. Şerîf Ayaz di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest daye. TTB’ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Serokê Odeya Bijîşkan ê dema berê Dr. Şerîf Ayaz, di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo malbat û xizmên û tevahiya malbata tenduristiyê sersaxiyê dixwazin.”