Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne 2023-02-07 10:16:02   WAN - Rêveberê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Wanê Baran Kanat diyar kir ku ji ber ku ji erdhejên berê pêk hatine tecrûbe nehatiye girtin piştî her erdhejê bilançoya miriyan û xesar zêde dibe û got: “Sedema vê yekê jî ew e ku plana masterê ya erdhejê nîne.”    Erdhejên ku navenda wê Mereş û Dîlok bûn, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedema hilweşînê. Erdhej li pey hev pêk tên û li Amed, Riha, Meletî, Mêrdîn, Semsûr, Osmaniye, Edene û Hatayê bû sedema karesatak mezin. Heta niha li 10 bajaran ku di bin tesîra erdhejê de mane hejmara miriyan derketiye 2 hezar û 921 kesan û hejmara birîndaran jî derketiye 15 hezar û 834 kesan. Avahiyên ku xesar lê çêbûne jî hejmara wan wek 6 hezar û 217 heb hatine tomarkirin.    Erdhejên ku li bakurê pêk hatin, li rojavayê Kurdistanê û hin bajarên Sûriyeyê jî tesîra xwe nîşan da. Li gorî rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê, bi sedan avahî li Heleb, Hama, Tertus û Lazkiye hilweşiyane û 461 kes canê xwe ji dest dane û hezar û 326 kes jî birîndar bûne.    Rêveberê Desteya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Wanê Baran Kanat ji ajansa me re axivî û bal kişand ser dijwariya erdhejê.    'EM HÊ JÎ NE AMADE NE’    Kanat diyar kir ku erdhejên diqewimin hê jî xesarek cidî ya xesara can û mal bi xwe re tîne û got: “Em wek xelkê Wanê şahidên erdhejan e. Her tim erdhejên biçûk û mezin rû didin. Hê jî em ji bo erdhejê ne amade ne. Jiyana civakî, alîkarî û organîzasyon tune ye. Di erdhejek biçûk de jî em dikevin nava aloziyek mezin. Kes nizane wê çi bike. Nizanin wê biçin ku. Nizanin wê li ku kom bibin. Bêagahî dimînin. Hê jî rayedar xwe negihandine deverên erdhej lê qewimîne. Ev bêkoordînasyonî  niha jî diqewime.”    ‘ERDHEJÊN DUH HER TIŞTÎ NÎŞANÎ ME DAN’   Kanat da zanîn ku li gel rayedarên sazî û dezgehan civak jî ji bo erdhejê ne amade ye û wiha axivî: “Tu devera Tirkiyeyê ji bo erdhejê ne amade ye. Li tu deverê plana masterê ya erdhejê nîne. Divê li herêmên xetên erdhejê pergalek birêxisintkirî bê avakirin. Divê ji bo tiştên di hilbijartinê de diqewimin li gorî rewşa asayî biherike, pêwîste ku maseyên krîzê bên avakirin, lê belê tune ye. Li welatên wek Japonya bi pileyên 8-9 erdhej diqewime, lê rê li ber encamên neyînî venake. Heta ku nabe mijara nûçeyan jî. Çimkî ew berê ji erdhejê re amade ne. Lê li ba me bi pileya 5 an jî 6 erdhej diqewimin, dibin sedemê ziyan canê xelkê me. Mirin û birîndarên erdhejên duh jî carek din her tiştî nîşanî me da.”    'DIVÊ ÊDÎ ME DERSÊ JI KÊMASIYAN DERXIN’    Kanat destnîşan kir ku li deverên erdhejê tîmên ku maseyên krîzê û koordinasyonê bi rê ve bibin tune û wiha axivî: “Xaniyên xelkê hildiweşe, xelkê me nizane wê çi bikin. Alîkariyên ku tên berhevkirin nayê birêvebirin û ev dibe sedema rewşa aloziyê. Piştî erdhejê pêvajoya saxkirina birînan dirêj dibe. Tevî ku erdhejên dijwar li Wanê qewimîn û herêma erdhejê ye jî hê jî avahiyên ku dê li ber xwe bidin nehatine çêkirin û nayên çêkirin. Divê êdî em dersê ji vê yekê derxin û bibin xwedî tecrûbe. Divê êdî girîngiyê bidin planên îmarê û destûr neyê dayîn ku avahiyên qatên wan bilind bên çêkirin. Divê em pir bi baldarî nêzî çêkirina avahiyan bibin. Pêwîste êdî em nexşerêya xwe ya ji bo erdhejê xêz bikin. Divê gelê me li dijî rewşek bialoz bi hestiyar be û aram tevbigerin. Divê bi navendên koordînasyonê re bi awayek kordîneyî bixebitin.”