Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê 2023-02-07 10:20:51   NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara kesên duh di erdhejên li Mereş û Dîlokê de pêk hatin jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 3 hezar û 381'ê.    Erdhejên li Bazarcixa Mereşê û Dîlokê pêk hatin, bandor li deh bajaran kirin. Li nav kavilên bi hezaran avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Her wiha her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir dibe.    HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE   Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest daye û 20 hezar û 426 kes birîndar bûne û 7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.    Li Bazarcixê ji duh ve qismek jê di ser 6'î re zêdetirî 130 erdhejên biçûk çêbûne.