Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû 2023-02-07 10:34:22     AMED - Li Amed a ku erdhejê bandor lê kir, gel ê pêdiviyên wan ên xwarin û stargehê nehatine pêşwazî kirin, heta serê sibê li derve bû.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê duh li pey hev bi pileya 7,7 û 7,6 erdhejên mezin çêbûn. Yek ji bajarên ku ji vê erdhejê bandor girt jî Amed bû. Şêniyên bajêr ên pêdiviyên wan nehatin pêşwazîkirin neçar man ku heta serê sibê li derve û di wesayîtên xwe de bimînin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên 7 avahiyên li bajêr bi temamî hilweşiyan e berdewam dikin. Rayedarên ku “pêşniyar” dikin welatî li malên xwe nemînin tu pêdiviyên welatiyan pêşwazî nekirin. 37 noxteyên bajêr weke cihên stargehan hatin diyar kirin lê ji van deran re xwarin û pêdiviyên din ên bingehîn nehatin şandin. Ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ên di bin rêveberiya qeyûman de nekarîn xizmeta pêwîst bidin gel, gel neçar ma ku şevê li kolanê, li cihê vala yê nêzî malên xwe yan jî di wesayîtên xwe de derbas bike.   Welatiyên ku hewl dan li dor agirê ku pêxistin heta serê sibê li ser pêyan bimînin, diyar kirin ku tu xizmetên cemaweriyê nagirin û bertek nîşanî rayedaran û desthilatê dan.    ‘HÊJ ME TU ALÎKARÎ NEGIRTÎ YE’   Kesekî ku konên ji naylon ên li cihekî vala yê TOKÎ ya Seyrantepeyê nîşan dan ev tişt gotin: “Yek ji van konên biçûk de 5 kes, ya din de jî 4 kes dimînin em jî weke 4 kes li dora agir in. Van wesayîtên ku hûn li vir dibînin tejî mirov in. Divê alîkariya mirovan hatibûya kirin. Kizilay, AFAD an jî Walitiyê divê kon li vir danîbûna lê tiştekî wisa nîne. Li vê taxê bi sedan kes li derve ne. Hêj me tu alîkarî negirtî ye.”   ‘EM LI WALÎTIYÊ GERIYAN, VEGER TUNE YE’   Welatiyê bi navê Abdûlatîf Polat jî wiha bertek nîşanî vê rewşê da: “Ji saeta erdhej çêbûyî ve em li derve ne. Heta niha rayedarên ku bi me eleqedar bibin nînin. Herî kêm 200 kes li Qada girtî a Ekvatorê dimînin. Ji bo xwarinê em li Walîtiyê geriyan lê ne di mijara xwarinê de ne jî ji bo alîkariyeke din li me venegerîn. Divê rayedarên gel xwedî li gel derketibûna. Divê pirsgirêkên xwarin û stargehan hatibûna çareserkirin. Walîtiyê hêj tu alîkarî nekirine. Dibêjin qadên komkirinê lê tu biçî ku derê tejî ye.”