Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye 2023-02-07 10:37:43   AMED - Li sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê UNESCO’yê de ye ji ber erdhejê hezaz çêbû.    Erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixê ya Mereşê bû û bi pileyên 7,7 û 7,6 pêk hatin tesîra xwe li ser gelek bajaran kir. Yek ji van bajarên ku erdhejê bandorek neyînî lê kiriye Amed e. Sûrên bajarê Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye hezaz çêbû. Hat dîtin ku li birca di navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê de dimîne qewarek mezin çêbûye.