Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê 2023-02-07 10:53:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek welatan ji bo tev li xebatên xelaskirin û lêgerînê bibin tîmên pispor şandin, herêmên erdhej lê çêbûne.    Erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlok bû li 10 bajaran bû sedemê hilweşîna avahiyan. Almanya, Arnavûtlûk, Bûlgarîstan, Malezya, Ozbekîstan, Sirbîstan, Tayvan, Yewnenistan, Gurcîstan, Kirgizîstan, û Lubnanê ji bo tev li xebatên xelaskirin û lêgerînê bibin tîmên pispor şandin, herêmên erdhej lê çêbûne.