Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin 2023-02-07 11:03:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdhejê de ku navenda wê Bazarcixa Mereşê ye, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek eks birîndra bûne. Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirine.  Di erhejan de yên navenda wan Bazarcixa Mereşê û bi pileya 7.7 û 7.6'an çêbûn, heya niah gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û hê jî bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne.    KETINA 3 BAJARAN HAT SEKINANDIN    Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay diyar kir ku li Mereş, Hatay û Semsûrê ji bilî wesayîtên wezîfedar heta 48 saetan ketina wesayîtan dane sekinandin.    3 HEZAR Û 419 KESAN CAN3E XWE JI DEST DA    Fuat Oktay daxuyand ku 3 hezar û 419 kesan canê xwe ji dest daye û 10 hezar 534 kes jî birîndar bûne.    11:51 - LI LÎMANA ÎSKENDERÛNÊ ŞEWAT    Li Lîmana Îskenderûnê ji ber ku konteynir qelibîne, şewat derketiye û ev şewat didome.    11:46 - XELKÊ SEMSÛRÊ BI HÊRS E    Li Semsûrê welatiyek ku li bende ye zarokên wî ji bin kavil bên derxistin hêrsa xwe anî ziman û wiha got: “Ma qet nabe kes nikare xwe di rojan de bigihîne vir. Qey kemçeyek jî nîne? Bi hezaran avahî hilweşiyane, hundirê wan tije cenaze ne.” Ev welatî gilî û gazinên xwe ji şandeya HDP’ê re parve kir.    11:45 - HEVSEROKÊN HDP’Ê DIÇIN SEMSÛR Û HATAYÊ    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pêre çûn Semsûrê û Mîthat Sancar û şandeya pê re jî çûn Hatayê. Şande dê li van bajaran lêkolînan bikin.    11:36 - LI HATAYÊ ALÎKARÎ TUNE YE, LI OSMANIYEYÊ 131 KES MIRIN E    Ji ber erdhejê li bajarên herêma Çûkûrovayê jî gelek avahî hilweşiyane. Xelkê hêrêmê li derve şeva xwe derbas kir. Tîmên lêgerîn û rizgariyê bi awayek têrkirî hê jî neçûne bajaran û xelk bi derfetên xwe hewl dide welatiyan ji bin kavilan derxe.    Li Hatayê jî xelk ji alîkarî û piştevaniyê bêpar maye. Li Hatayê jî erdhej dijwariya xwe radixe ber çavan û xelk li dijî dewletê bi hêrs e.    Yek ji bajarên di bin tesîra erdhejê de maye Osmaniye ye. Li gorî daxuyaniya dawî ya Walîtiya Osmaniyeyê hat diyarkirin ku 131 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan avahî hilweşaiyan .e Li avahiyên hilweşiyayî xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didome.    LI DÎLOKÊ BERTEKA GEL   11:14 - Erdheja Bazarcixa Mereşê ku duh çêbû, bandoreke pir mezin li bajarê Dîlokê kir. Li gor agahiyên ewil ên li bajêr, 553 avahî hilweşiyane, herî kêm 200 kes jiyana xwe ji dest dane û herî zêde navçeyên Îslahiye û Nûrdaxiyê bandor ji erdhejê girtin. Li navenda bajêr 11 avahî hilweşiyane. Welatiyên li ber kavilên Apartmana Golgelerê li benda xebereke xêrê sekinîn, bertekên xwe yên li dijî desthilatê bînîn ziman. Welatiyan got: "Bi ziman pêşengê cîhanê ye. Ka pêşengtî?"   11:13 - LI SÛRIYEYÊM NÊZÎ HEZAR Û 500 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li hin bajarên Sûriyeyê ku bandor ji erdhejên li Mereş û Dîlokê girtin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt nêzî hezar û 500'î. Erdhejê bandoreke pir mezin li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê kir.    10:33 - LI MELETIYÊ ERDHEJ   Piştî erdhejên li Meletiyê yên bi pileya 7,7'an û 7,6'an, erdhejên peyhatî çêdibin. Li gorî daneyên Resetxaneya Kandîlliyê, îro saet li dor 10.11'an li navçeya Şîro ya Meletiyê bi pileya 5,5'an erdhejek çêbû. AFAD'ê jî ragihand ku pileya erdhejê 5,3 ye.    10:13 - LI BAAZARCIKXÊ TÎMÊN XEBATÊ KÊM IN   Li Bazarcixê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên duh bi şev hatibûn sekinandin, niha didomin. Li Apartmana Yoksûlê ya li Kolana Cengîz Topelê ku hilweşiaybû û 5 jê zarok herî kêm 11 kes di bin kavilan de mane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Tîmên li gelek deverên navçeyê dest bi xebatan kirine, ji ber karesat gelekî mezin e, nikarin ji heq wê derkevin.    HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE   Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest daye û 20 hezar û 426 kes birîndar bûne û 7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.    LI SÛRIYEYÊ 711 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê jî ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 711'an û zêdetirî hezar û 431 kes jî birîndar bûne.    GELÊ AMEDÊ ŞEVA XWE LI DERVE DERBAS KIR   Li Amedê ku bandor ji erdhejê girt, şêniyên bajêr şeva xwe li derve derbas kirin. Li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilên 7 avahiyên hilweşuayyî didomin. Duh bi şev tu pêdiviyên gel nehatin peydakirin. 37 deverên bajêr wekî cihê hêwirandinê hatin diyarkirin, lê li van deran lazmatiyên ji bo hêwirandinê û xwarinê nehatin peydakirin. Ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên navçeyan ên qeyûm tayinî wan hatine kirine xizmeta gel nekirin, gel li derve, li cihên vala yên nêzî xaniyên xwe an jî di wesayîtên xwe de şeva xwe derbas kir.   QISMEK SÛRÊN AMEDÊ HILWEŞIYAN   Sûrên bajarê Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye hezaz çêbû. Hat dîtin ku li birca di navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê de qewarek mezin çêbûye.    2 HEZAR Û 379 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay, bnîlançoya têkildarî erdhejê belav kir. Oktay ragihand ku hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 2 hezar û 379'an û ya birîndaran gihaştiye hezar û 483'yan û 4 hezar û 758 avahî hilweşiayne.    LI SERGORLANÊ BI PILEYA 5,6'AN ERDHEJ   Danê sibehê li navçeya Sergolanê ya Semsûrê bi pileya 5,6'an erdhej çêbû. AFAD'ê ragihand ku pileya erdhejê 5,3 ye.    NÎVIYÊ ISLAHIYEYÊ HILWEŞIYA   Şaredara Şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahînê, daxuyand ku di erdhejê de nîviyê navçeya Islahiyeyê hilweşiyaye.    AFAD: 2 HEZAR Û 921 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN   AFAD, ragihand ku di erdhejê de 2 hezar û 921 kesî jiyana xwe ji dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.    LI BAZARCIXÊ 2 KES HATIN RIZGARKIRIN   Di xebatên lêgerînê de yên li Apartmana Demîroglûyê ya li Bûlwara Kartalkayayê, saet li dor 00.25’an zaroka bi navê Sumîna Yilkici û Tûrgay Yilkici yê 43 salî bi saxî hatin rizgarkirin.   LI SEMSÛRÊ BI SEDAN KES DI BIN KAVILAN DE NE   Li Semsûrê hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Li bajêr bi sedan kes di bin kavilên avahiyan de ne û gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rê ve didin.