Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn 2023-02-07 12:52:15   HATAY - Welatiyekî ku li herêma kavilan tevî weşana zindî ya Haberturkê bû, ji bo îdiaya Serokkomarê AKP'î Erdogan ku gotibû "AFAD xwe gihandiye wan" got: "Derewan dikin, wêne girtin û çûn."    Li Kurdistanê ku erdhejeke mezin lê çêbû û bû cihê karesateke mezin, 32 saet in li gelek deveran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Li herêma erdhejê ku alîkariya ji bo kon û zexîre nehatiye kirin, bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin.    Li bajarên bûne kavil, heya niha 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran kes di bin kavilan de ne. AKP ku niakre ji heq vê krîzê derkeve, bi çapemeniya dibin kontrola xwe de wekî ku li her derî xebat tên kirin dide der.    Li Hatayê ku ji ber erdhejê karesateke mezin çêbûye, welatiyek tevlî weşana zindî ya Haberturkê. Nûçeghihan ji welatiyekî prisî "Alîkarî gihîştiye we?" Welatî got: "Erdogan dibêje 'AFAD xwe gihandiye wan.' Ka, çawa xwe gihandiye me! Kes mudaxile nake. Derewan dikin. Êvarî hatin, wêne girtin û çûn."